11 september 2022

Çend rêz ji bîranînên min -233-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.


1985-09-11

Ez û Mûrad Ciwan çûn mala Dr. Nacî Kûtlay. Em wek her tim dîsa li ser yekîtiyê, hevkariyê û problemên di nabêna hêzan, partiyan da hene peyivîn. Her cara em tên ba hev em li ser van meselan dipeyivin, lê di peyvê da dimîne.

Piştî ez hatim mal, min nivîsek du(2)rûpel ji Redaksîyona Pêşengê ra nivîsî.
Di nivîsê da min pêşniyar kir di Pêşengê da li ser mesela yekîtiyê û hin meseleyên din bi hin partiyan ra minaqaşe were kirin. Min minaqaşe bi hêzên din ra ji bo kovereke şoreşger gelkî muhîm e.


XXX
1986-09-11

*Min kontrola nivîsên Armancê qedandin û şand setnîngê.

*Kibêba bavê nazê Hêsir û Baran derket. Kêfa Bavê Nazê li cî ye, şûr simêla wî nabirre.

*Rojnameya swêdî Expressenê dîsa li PKKê nivîseke pir ne baş nivîsîye. Dîsa qala kuştina serokwezîrê Swêd Olof Palme û PKKê dike. Lê di vê nivîsê dibêje ”kurd”. Bi navê Apociyan dibêje kurd, kurdan wiha kirin, filan bîvan…

Nivîsên li ser kuştina Palme û PKKê, kurdên Swêd pir nerehet dike, ditirsîne.
Lê wer xuya dike emê zû bi zû ji belayê xelas nebin…

XXX
1988-09-11

Meşa 12ê îlonê çê bû. Meş ne xerab bû, gelek însan hatibûn meşê. Wek her sal em çûn ber konsolosê Tirkiyê, em peyivîn, em çend sloganên xwe jî qîriyan û dûra jî belav bûn, her kes çû malika xwe îsrehet bike. Meriv protesto neke nabe, dike jî bêfêde ye.
Îro yekşem e, bajar xalî ye, piranî çûn malê. Min jî berê xwe da malê.

XXX
1996-09-11

Celal Talabanî û hevalên xwe îltîcayî Îranê kirin. Bi dehhezaran kurd li ser sînorê Îranê, wek dema êrîşa Seddam di halekî pir perîşan da li bende biryara Îranê ne. Do ji ber Seddam û eskerên Îraqê dereviyan, îro ji ber PDKê, ji ber kurdan direvin.

Yanî kurd kurdan ji malên wan, ji welatê wan derdixin, mecbûrî revê û koçberiyê dikin.
Ev çi trajedî ye Xwedêo!
Meriv ji kurdbûna xwe şerm dike, dikeve binê erdê. Es nuha ji kurdbûna xwe şerm dikim.

Amerîka eşkere dibêje haya me ji tifaqa PDKê û Seddam tuneye. Serokên kurd bi serê xwe, bê haya me ev gav avêtine, ev tifaq çêkirine. Biryar ya wan e.

Ez bawer nakim tifaqa PDKê û Seddam tenê ji bo vê meselê û belaş be. Ez dibêjim ewê dawiya wê jî hebe. Miheqeq ewê li ser hin tiştên din jî li hev kiribin. Ez bawer nakim Seddam belaş vê alîkariyê bi Mesûd Barzanî ra bike.

Lê bi Seddam ra li ser çi hev kiribin jî, Seddam çi sozên din dabin wan jî zêde ne muhîm e. Çimkî tu garantiya wê tuneye.

Roja Seddam bibêje ez venakişim, ez paşda digrim, ma kurdê bikanibin çi bikin? Ji ber ku kurd nikanin zora Seddam bibin, nikanibin Kurdistanê biparêzin, nedin Îraqê.

Ez bi xwe fîm nakim Mesûd Barzanî ev gav li gorî kîjan hesabî avêt, çima ev zulm li birayên xwe kir?


XXX
2013-09-13

Çend roj berê(5/9-13)Husên Duzen di malpera xwe ya facebookê da li ser Ajansa Anadoliyê beşê kurdî nivîsek nivîsîbû. Di wê nivîsa xwe da gotibû li gorî  tê gotin, ”Mûrad Ciwan wek mamoste di dezgeha AA de kar dike.”

Li ser vê nivîsa Husên Duzen, min jî nivîsek nivîsî û got, ”Min bi xwe jî texmîn dikir ew di bin vî îşî da ye. Û bi baweriya min ji dewletê ra gelek karên din jî dike…”

Murad Ciwan, pêr(9/9-13) bêyî ku navê min û Husên Duzen bide bersîva me daye û Avestakudê jî ev bersîva Murad Ciwan weşandiye. Ez do pê hesiyam.

Berê ez dixwazim çend gotinan li ser şêl û exlaqê rojnamegeriya Avestakurdê bibêjim.

Murad Ciwan, di dawiya nivîsa xwe da gotiye, ” Ji bo agahdariya di vî warî de ez vê maîlê ji hin heval û dost û nasan re verêdikim.”

Yanî wî nivîs ji bo weşanê ji Avestakurdê ra neşandiye, xwediyê Avestakurdê bi xwe li ser xwe wek wezîfe dîtiye nivîsa Murad Ciwan biweşîne û bi vê riyê dilsoziya xwe nîşanî wî bide.

Lê Avestakurdê bi yek gotinê jî ji xwendevanên xwe ra qala bûyerê, nivîsa min û ya Husên Duzen nekiriye, lînka nivîsên me nedaye. Tenê nivîsa Murad Ciwan weşandiye.

Avestakurd bi vê jî nehatiye serî,  gotinek jî li sernivîsa Murad Ciwan zêde kiriye. Murad Ciwan derbarê îdîa ”me,” ku ew di AA-yê da kar dike gotiye, ”  îdîayeka wiha bi her awayî bêbingeh û derew e. Ez li AA’yê tu karî nakim.”

Lê diyar e dilê berpirsiyarê Avestakurdê Dilbixwîn Dara bi van gotinên Murad Ciwan rehet nebûye, loma jî  rabûye gotina ”ew kes derewan dikin” li sernivîsê zêde kiriye; di gel ku di nivîsa Murad Ciwan da gotineke wiha tuneye.

Yanî gotine ”ew kes derewan dikin”  ne ya Murad Ciwan , ”dereweke” rojnamegeriya berpirsiyarê Avestakurdê ye.

Wisa xuya ye ku Dilbixwîn Dara nêzîkayiyekê di nabêna xwe û Murad Ciwan da dibîne, loma jî ji rexnekirina wî gelkî aciz bûye û xwestiye bi vê êrîşa xwe ya li hemberî me dilsoziya xwe nîşanî Murad Ciwan bide. Belkî jê eferimekê bigre ya jî rojekê  di dewletê da jê ra lazim bibe.

Nuha jî ez werim ser bersîva Murad Ciwan.

 

Murad Ciwan, bersîva xwe bi êrîss û pozbilindiyeke mezin dest pê kiriye, gotiye, ”hin kesên xwenenas” îdîa kirine ku ew di Ajansa Anadoluyê (AA) da kar dike, lê ”îdîayeke wiha bêbingeh e, derew e.”
Îcar ”xwenenas”!
Yanî hin kesên cahil û hedê xwe nezan.
Esas ”xwenenasê” herî mezin tu yî, heger te xwe bizanîbûya û qîmet bida nav û xebata xwe, tu nedibû dersdarê  ”du nîv rojan” yê Ajansa Anadoluyê  û şirovekarê  telewîzyona dewletê(TRT6-ê); ew dewleta ku heta ccend sal berê jî wek serokê partiyeke kurd te dixwest ji ortê rakî.

Gotineke heye, dibêjin ”gurriya navê min li te, kumê min li serê te”, ya Murad Ciwan jî bûye ev mesele.

Murad Ciwan bi salan lîder û serokê partiyeke kurd bû,  bi salan doza Kurdistaneke serbixwe kiriye, gotiye ev dewlet dewleteke îşxalkar e, emê vê dewletê ji welatê xwe derxin.
Lê  îro rabûye di dezgehên vê dewletê da karkirinê normal dibîne û karê ku dewlet didê jî bi kêfxwessî qebûl dike.
Murad Ciwan, vê şêla xwe,  vî karê  xwe  wek ”xwenenasî” yê nabîne, lê ji kesên vê şêla wî rexne dikin ra dibêje ”xwenenas”.

Bi dîtina min, ”xwenenasiya” herî mezin ew e ku di siyasetê da mriv li gorî demê û menfaeta xwe  rojê têkeve boyaxekê, weke buqalemûnan reng bugehere, dev ji hemû bawerî û nirxên xwe yê berê berde û here di dezgehên neyarê xwe da kar bike.

Murad Ciwan, di bersîva xwe da îdî dike ku ew di AA-yê da kar neke, wî tenê ”du nîv rojan li ser gramerê û zimanê rojnamevaniyê kurs daye redaksiyonê.  Ew qas.”

Diyar e Murad Ciwan xwe pir biaqil û xelkê jî ehmeq dibîne, ew karê xwe yê TRT6-ê û dersdariya xwe ya ”du nîv rojan” wek kar nabîne, qey wek henekekan dibîne.
Ya muhîm ne mudet e, helwest e, tu ne li dijî karkirina di dezgehên dewletê da yî û te heta çendakî berê jî di TRT6-ê da kar dikir.

Hukûmetê îro ji bo ”du nîv rojan” kar dane te û te jî ew qebûl kiriye, lê heger ji bo demeke dirêj bûya jî, te yê ew jî qebûl bikira. Yanî tu ne li dijî xebatkariya di dezgehên dewletê da yî.

Ji xwe ji roja TRT6 ava bû û virda, ji bo dewlet di TR6-ê da kar bide te, te bi dehan prrogram û pêssniyar birin ji berpirsiyarên TRT-ê ra. Heta ku we li ser yekê li hev kir.
Heger tu li dijî karkiriya dewletê bûya, te yê wek serokekî partiyeke kurd yê berê li xwe dananiya di TRY-6 da kar bikira, te yê dersdariya AA-yê ya du nîv roja qebûl nekira.
Bi sedan zimanzanên nêzî hukûmetê hene, ccima di nava wan hemûyan da banî te dikin?
Dêmek di nabêna we û birêvebirên dewlet-hukûmetê da nasî û samîmîmîyeteke heye ku di nava hemûyan da banî cenabê we dikin.

Ya din, ma çi ferqa karkiriya TRT6-ê û AA-yê heye ku? Herdu jî dezgehên dewletê ne. Ew dewleta ku heta çend sal berê jî tu wek serokê partiyeke kurd  li dij bû û li hemberî wê bi serokên kurdan yên din ra cephe çêdikir.
Lê îro te ccixîzek kissandiye ser wê dïroka xwe û tu bi rêvebirên eynî dewletê ra dostî û hevaltiyê dikî, tu di dezgehên wê da kar dikî. Roja kar didin te, çi kin û çi jî dirêj tu qebûl dikî.
De îcar ccima ne rast e, ccima derew e?

XXX
2022-09-11

Ji Sînan Aygul ra
Merheba birayê ezîz. Min li dengê te gudarî kir. Mala te ava be ji bo ku te xwe westandiye û çîroka min(serpêhatiya du dîkan) xwendiye. Lê li qusûra min nenêre tu nikanî bixwînî, xwendina te gelkî xerab e. Dibê te çîrok berê çend caran xwendiba. Ne mimkûn e zarok li wê çîrokê gudarî bikin. Min nexwest viya di bin parvekirina te da bibêjim. Lê dibê tu hinekî bixebitî. Ya din, di çend ciyan da tu şaş dixwînî. Bi silavên biratiyê.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar