13 augusti 2022

Riya me asê ye lê emê derbas kin

Her miletek bi hawakî gihîştiye azadî û serxwebûna xwe; hinek rehet, hinek pir zor, hinek zû, hinek jî pir dereng  xelas bûne.
Ji bêşansiya me ra emê hinekî dereng û hinekî zor bigihîjin azadiya xwe û Kurdistana xwe ya şîrîn ava bikin.

Tiştê ji me tê xwestin dibê em tembeliyê, sistiyê nekin, karê xwe bikin û merivên hoste, zana û ehlê kar bikin berpirsiyarên xwe.

Tu tişt wek xwe namîne, tu îktîdar, du dewlet ne ebedî ye, tu kes ne nemir e, ev rojên reş û tarî jî ewê derbas bin, surprîzên jiyanê pir in, belkî sibe belayek were serê dijminên me, topa serê sibê li wan keve û dora kaniyê bibe dora me.


Hinek kanin bi van gotinên min bikenin, bibêjin pîrê memir bihar tê, kerê memir qîfar tê. Lê tiştên îro hene, tiştên em li dor xwe dibînin do tunebûn, yên îro hene jî ewê sibe tunebin.

Bêhêvî mebin, xwe bidin xebatê û zimanê xwe bipeyivin, bi ziamnê xwe binivîsin û ya herî muhîm jî bi zarokên xwe bi kurdî bipeyivin, zarokên xwe asîmîle nekin. Asîmîlasyon gava pêşî ya qutbûna ji kurdî û tirkbûnê ye.

XXX

Îro jî bîranîn tune ye, rûpelên tarîxa îro giş vala ne. Xwezî min bizanîbûya di hewqas salan da çima îro min tiştek nenivîsîye. Ya ji dilê min nehatiye tiştekî binivîsînim ya jî fersend çê nebûye.

Lê jiyan wiha ye, heger ne karekî mecbûrî be meriv her roj berhemdar nabe, hin rojan vala derbas dike.

Pir ji dilê min tê vê sibehê qala tiştekî xweş, xebereke xêrê bikim, lê di medyayê da min bala xwe da hal û ehwalê me, min ji xwe ra got sal bi sal xwezî bi par.

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar