12 augusti 2022

Li ser tarîxa Federasyona kurdên Swêdê û kovara Berbangê xebateke bêhempa

 


Di îlona 2020a da kitêbeke Faris Medenî Marsîl ji alî Weşanxaneya APECê ve hat weşandin. Kitêb du beş e, lêlokîleneke li ser ”Federasyona Kurdên Swêdê” û kovara wê ”Berbangê” ye.

Ebata kitêbê A4 e, yanî hinekî mezin e, ji ber ku gelek risim tê da hene. Li gorî nivîskêr gotiye li dora 1100 rismî di kitêbê d ahene. Qey ji bo wê bi ebata A4 hatiye çapkirin.

Beşê Federasyonê 502 rûpel in, beşê Berbangê jî 174 rûpel in, kitêb li ser hev 676 rûpel in.

Faris Medenî Marsîl, wek xebat û lêkolînên xwe yên berê, vê carê jî li ser tarîxa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û li ser kovara wê Berbangê xebateke pir muhîm, pir hêja kiriye.

Xebateke hêjayî teqdîrê ye. Kitêb ji bo tarîxzan û lêkolîneran çavkanî û dokumasyoneke bêhempa ye.

Faris, hevalê minê ezîz, kitêba xwe çend roj berê ji min ra îmze kir. Sipasî wî dikim. Di arşîva min da hebûna berhemeke wiha min pir kêfxweş dike.

Ji ber ku ez him di avabûna Federasyonê da heme, him jî di Berbangê da nivîs û keda min heye, lema min bi meraq bala xwe da vê lêkolîna hêja, rûpel bi rûpel di ser hev ra quliband.

Di beşê Federasyonê da Federason kînga ava bûye, çend komeleyan Federasyon ava kirine, Federasyonê hetanî sala 2020a çend kongre çêkirine, kî bûne serok û endamên organên Federasyonê, di kongreyan da serokên Federasyonê çi axivî ne, kî kînga bûye serok û hetanî kînga serok maye, yanî li ser Federasyonê çi tê bîra we tê da heye, him jî giş bi risim û bi tarîx. Mala camêr ava be xwe gelkî westandiye.

Di beşê Berbangê da jî li ser Berbangê lêkolîn û dokumenteke pir hêja heye.

Berbang kînga deretiye, çend jimar derketine, kî bûne berpirsiyar û endamên redaksîyona wê, kê tê da nivîsî ye, çend nivîsên kê di kîjan jimar û rûpelan da hene û rismên wan hemû bi dûzan, bi rengekî alfabetîk û kronilojîk di vê berhema giranbiha da hene. Di beşê xwe da xebeteka bêemsal e.

Hetanî nuha li welêt û li dîasporayê kurdan gelek kovar derxistine û gelek komel û partî ava kirine, lê bi qasî ez zanim li ser yekê jî lêkolîneke wiha tune ye.

Mesela kurdan di destpêka sedsala 20a da li dervayî welêt û li Stenoblê çend rojname û kovar derxistine û çend komele ava kirine.
Bêyî rojnameya Kurdistanê, kovara Jînê, Hawarê û Ronahiyê, li ser rojname û koevarên din, komeleyên din tu dokumentasyon tunene, ev kêmasiyeke mezin. Gelek komele û partî meriv nizane kînga ava bûne û kînga hatine girtin, dawî li jiyana xwe anîne. 

Faris Medenî Marsîl, bi vê xebata xwe ya hêja li ser tarîxa Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê û kovara wê Berbangê lêkolînek pir baş kiriye, him ked û xebata kesên Federasyon ava kirin û Berbang derxistin kiriye belge, him jî ji bo lêkolîneran dokument û çavkaniyeke saxlem, pêbawer amade kiriye.

Ji bo vê xebata wî ya hêja ez ji dil û can wî pîroz dikim. Heger di lêkolînê da kêmesiyek, tiştekî hatibe jibîrkirin hebe di çapên nuh da kanin lê werin zêdekirin.

Ev berhema hêja dibê were belavkirin, bigihîje welêt, bigihîje destê xwendevanên kurd, lêkolîner û dîrokzanan. Nivîskar bi xwe nikane karekî wiha bike, dibê weşanxane reqlama vê berhema hêja baş bike û baş belav bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar