08 augusti 2022

Dîyaloga min û tuxtorê dirana

Îro tuxtorê dirana berî derziyê li pudiyê min xîne û diranê min ê şikyayî bikşîne ji min pirsî, got:

-Tu nexweşiyeke te heye?
Min got:
-Na.
Dûra navên çend dermanan li dû hev rêz kirin, got:
- Tu filan dermanî, filan dermanî, filan dermanî dixwî?
Wî navê kîjan dermanî got, min tim na, na, na, na..
Got:
- Tu alerjiyeke te heye?
Min dîsa got:
-Na.
Ji ber ku wî çi pirsî min tim got "na", di vî umrî da ne nexweşiyek min heye, ne jî dermanekî dixum, tuxtor hinekî matmayî ma.
Got:
-Tu ji derziyê ditirsî?

Min got:
-Ez jê hez nakim, lê natirsim.
Got: ”Pir baş e, wa ye tu sip û saxlem î” û derziya xwe di pudiyê min ra kir.
Got: ”
-Êşiya?”
Min got:
-Ne zêde…
Got:
-Derziyek têrê nake, ji bo ku neêşe dibê baş bitevize, ezê yeka din jî li aliyê din xim.
Min got baş e û derziya xwe di wir ra jî kir. Min xwe givaşt ser hev…
Got:
-Ma êşiya?
Min got na…
Piştî du sê deqîqeya pensê xwe avêt ji diranê min da, du diranên min ên dileqiyan, li ber ketinê bûn kişandin û hinek pembo xist dewsa wan.
Ez kox bûm, lê ji êşê xelas bûm, min rehet kir. Proteza min ji min stend, ewê du diranan pê ve kin.
Nuha du diranên min ên pêşiyê tune ne, heta dawiya mehê ezê kox bim. Ji bo ku kes koxiya min nebîne, dema dipeyivim destê xwe didim ber devê xwe…
Diran jî wek însên in, berê tune ne, derdikevin, dûra wek xwediyên xwe dimrin.
Di zaroktiyê da derdikevin, dema însan kal û pîr dibe dikevin, meriv wek zaroktiyê dibe bêdiran. Yanî wek însên diran jî tên dunê û dûra dimrin. Yên min hîn giş nemirine, lê hêdî hêdî dimrin…

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar