31 juli 2022

Ji tahtîle silvek li we

Ji tahtîlê silavek ji dil li we. Tahtîla me ne dirêj e, tenê çar roj in, lê têra me dike.

Îro ez û xanim ne li mal in, em bi çend hevalan ra li havîngehenkê ne. Kêf kêfa me ye, em 5-6 malbat in nuha li kampîngekê li ber peravekê ne. Şevbêrka me berdewam e.

Emê hetanî 4ê mehê  li vir bin, emê têkevin avê, gotş bibrêjin, vexun û bi hev ra kêf bikin. Her malbetekê xwarina ji bo dawetekê bi xwe ra anîye, emê hewqas xwarin çawa biqedînin ez nizanim.

30 juli 2022

Bahoza 40 saliyê

Min ji vê şiîra Alî Varol a li jêr hez kir, lema jî min ew tercumeyî kumancî kir.
Alî Varol xwariziyê min tê hesêb, neviyê meta min e. Alî Varol şairekî baş e, şiîrên wî pir bi hêz in, dilê meriv radikin pêdarê, meriv dihejînin. Meriv ji xwendina wan têr nabe.

Kurmanciya wî jî baş e lê bi tirkî dinivîsîne. Xwezî carnan jî bi kurmancî binivîsiya. Min jê ra gotiye, ez her tim amade me jê ra bibim alîkar.
Berê jî min yek du şiîrên wî kirine kurmancî, bira ev jî li wan zêde be. Dibê ev şiîr bi kurmancî jî hebe.
Hêvî dikim bi dilê wî û we be.

Gerek kurd xwe di bela ereba negerînin

Ereb li Bexdayê dîsa bi hev ketine, merivên Sadr girtine ser meclîsê, teşxele û tevliheviyeke mezin heye. Hêvî dikim mezintir bibe.

Teşxela ereban, snuniyan û şîîyan 1342 sal e dom dike, belkî hewqas salên din jî dom bike.
Gerek hêzên kurd xwe di bela ereban negerînin, hevza xwe ji wan bikin.
Îraq wek dewlet nema ye, bûye sê perçe, sê welat. Gerek kurd xwe di şerê ereban negerînin, nebin kevoka aştiyê. 

Tirkiye dixwaze bi keriyên guran kurdan çavtirsiyayî bike

Serokê "Zafer Partiyê" Umît Ozdagê faşîst xwestiye ew jî here li ser sînorê rajavayê Kurdistanê qurretîyekê û şovekê bike.

Êdî wer bûye ne hêzên dewletê tenê, tirkê herî fisek, herî reben, herî qewad jî xwe li kurdan radikşîne, mêraniyê li serê me kurdan dike, diwêre li her kurdî xe, her heqaretê lê bike.

Her roj li derekê kurdekî di nava xwînê da dihêlin, her roj li derekê kurdekî lînc dikin.

29 juli 2022

Çima wek miletên din em jî nebûne xwedî dewlet?

Ez nuha li hewşê bi tenê rûniştime, geh xwe didim ber tava sibê, geh direvim ber siya berbankê/terasê.

Gava meriv bi tenê be meriv dikeve derya xem û xeyalan. Ez ji xwe ra li ser halê me yê perîşan, li ser bindestiya me kûr û dûr fikirîm, me û miletên bûne xwedî dewlet didim ber hev, ji ber perîşaniya me kizînê bi dilê min dikeve.

Min ji xwe ra got, li Afrîkayê, li Asyayê gelek miletên di warên civakî, siyasî da ji me pir û pir paşdatir bûn xwedî dewlet, çima em nebûn, nikanîbûn bibana?

28 juli 2022

Artêşa Tirkiyê kuştina kurdan ji xwe ra kiriye karekî rojane

Tirkiyê îro dîsa li rojava Kurdistanê 5 keç û xortên din kuştine. Di nav çend rojan da 26 kurd bi namerdî kuştine.

Ev terorîzmeke pir mezin e, jenosîdeke dûrî aqil e. Her roj bênabên gund û bajarên rojavayê Kurdistanê topbaran dikin û bi dronera çend kesan dikujin.

Ev wahşet e, sûcekî li hemberî însanîyetê ye. Kurdan tahrîkî bersîvdanê dikin. Dixwazin kurd bersîvê bidin, çend leşkerên wan bikujin ji bo ku viya bikin hincet û dest bi êrîşeke mezin bikin.

Jiyan û surprîzên wê

Jiyan(heyat) mişt surprîzên rengorengo, baş û xerab, xweş û tahl in. Meriv nizane sibe ewê çi were serê meriv. Tu hew mêze dikî tiştekî qet ne di hesêb da hat serê te.
Carnan tiştên baş in, kêfa meriv tînin, carnan jî xtiştên xerab in meriv xemgîn dikin.

Mesela min nizanîbû min hin tarîxên rojaneyên xwe li bin guhên hev xistine, hin roj dubare nivîsîne. Gava pê hesiyam min kir ax wax, lê bêfêde bû, surprîza jiyanê bû dibê min qebûl bikira.

Lê li alî din min nizanîbû min hewqas sal notên rojane nivîsîne. Gava di arşîva xwe da ez rastî defteran hatim ez matmayî mam. Ew jî surprîza jiyanê bû. Lê bi dilê min bû, kêfa min anî.

27 juli 2022

Îraq cî li Tirkiyê teng dike

Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî êrîşa Tirkiyê ya ser Zaxoyê û kuştina 9 sivîlan protesto kiriye.

Nûnera Daîmî ya Amerîkayê li Neteweyên Yekbûyî Linda Thomas Greenfield jî di civînê da peyivîye, gotiye "Washington êrîşa li ser Zaxo û kuştina sivîlan şermezar dike..."

Ev cara pêşî ye Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî li ser êrîş û qetlên Tirkiye li başûrê Kurdistanê dike dipeyive û şermezar dike.
Îraq cî li Tirkyê teng dike. Ev pêşketineke baş e, dibê kurd û ereb bi hev ra vê şêla xwe bidomînin, Tirkiyê ji Kurdistanê û ji Îraqê derxînin. Mayina leşkerên tirk ji bo herdu miletan jî malwêraniyeke mezin e.

26 juli 2022

Şaşiyên rastnivîsê bûne qîr û bi min va zeliqîne

Ez nuha pê hesiyam min hin tarîxên bîranînên xwe şaş nivîsîne, min jimara rêza nivîsan jî tevlihev kiriye, min hin roj, hin tarîx du cara nivîsîne. Yanî jimar û rêza nivîsan tevlihev bûye.

Min xwest rast bikim lê ji heq derneketim, gêj bûm, pir westîyam.

Min di blogê da şaşî rast kirin, lê rastkirina yên di dosya min da nebû, ev 3 saet e ez pê da ketime e rast nebûn, serê min gêj bû, min dev jê berda.

25 juli 2022

Li ser şiroveya dilxwazekî min

Dilxwazekî minê bi navê Huseyîn Ozcan li ser nivîsên her sibe ez belav dikim û bîranînên min gotiye:

”Beyanî baş Kurdistan. Her sibe dema ez ji nava cih û nivîna radibim berê rupela mamoste Zinarê Xamo duxûnim, paşê dest bi kar dikim. Xudayê alemîn temenekî dirêj bide te înşallah.” 

Hezkirin û ecibandineke wiha bibê nebê tesîrê li meriv dike, kêfa meriv tîne, meriv dilşa dike.

24 juli 2022

Kemal Kiliçdaroglu gotiye "Peymana Lozanê tapuya welatê me ye"!

Serokê CHPê Kemal Kiliçdarogluyê pan-tirkîst di malpera xwe ya Twîtterê da 99 saliya Peymana Lozanê li tirkan pîroz kiriye, bi şelafîyeke mezin pesnê Mistefa Kemal daye, gotiye:
 
”Gava Meclîs vebe emê pêşniyarekê bidin Meclîsê ji bo ku Lozan bibe cejneke resmî. Lozan, tapuya welatê me ye.”

Meriv sedîsed ne pan-tirkîst be û ji dil û can ne neyarê kurdan be Peymana Lozanê bi vê heraretê pîroz nake.


Kemal Kiliçdaroglu kurdekî ji dil bûye tirkekî nasyonalîst, pan-tirkîst û neyarekî qewmê xwe.

Amerîka êdî dixwaze gelşên nabêna Hewlêrê û Bexdayê biqedîne

Li gorî xebera BasNewsê êdî Amerîka jî dikeve civînên nabêna Hewlêrê û Bexdayê.

Ev pêşketineke pir baş e, di civînan da hebûna Amerîkayê di lehê me da ye.
Ev çend sal in ji civînên kurd û ereban tiştekî berbiçav derneket, bihostekê jî bi pêş da neçûn.
Ereb li peymanên bi kurdan ra berê îmzekirine poşman bûne, dixwazin mafên qebûl kirine nedin. Lema serî li kurdan digerînin.

Tirkiyê kuştina kurdan êdî ji xwe ra kiriye karekî rojane

Erdogan qedera xwe, mayina xwe ya li ser hukim bi kuştin û şerê li hemberî kurdan ve girê daye.

Mêrik ji bo ku li ser hukim bimîne, ji bo ku qala dizî, sextekarî û sûcên wî neyên kirin dibê tim bela xwe di kurdan bide, tim bênabên êrîşî kurdan bike, dibê her roj kurdan bikuje.

Roj tuneye li Kurdistana Rojava bi droneran, bi topan çend kurdan nekujin. Her roj miheqeq dikevin xwîna çend kurdên mezlûm. Do ne pêr li Qamîşloyê cîgira Mezlûm Ebdî, Selwa Yûsif û du hevalên wê bi êrîşeke namerdane ya dronerekê kuştin. Ev teror e, jenosîd e.

23 juli 2022

Dibê kurd û ereb bi hev ra li hemberî dagirkeriya Tirkiyê rabin

Erebên Îraqê û Bexdayê li hemberî êrîşa Tirkiyê ya vê carê şêleke baş nîşan dan. Aqûbet li serê yên me be.

Tirkan di van çend salên dawî da bi êrîşên wiha 112 kurd kuştine, bi dehan gundên kurdan vala kirine, nahêlin gundî vegerin gund û malên xwe.

Lê ne hukûmeta Kurdistanê, ne jî kurdan tu carî Tirkiye bi vî rengî protesto nekirin.

Ev yek ne ji ber zeîfiya kurda ye, ne ku kurd nikanin 
li dijî êrîş û dagirkeriya Tirkiyê tiştekî bikin, kanin lê nakin.

22 juli 2022

Karê ji betalî

 

Carnan ji betalî jî meriv karê baş dike. Îspata wê ev pasta ye. Ji betalî, ji bîntengiyê min çêkir.
Vêsê hewa xweş bû, dûra dinya bû ewr û baranê dest pê kir.

Di hundur da bîna min teng bû.

Min hinekî xwend, çend tişt nivîsîn lê sebra min nehat. Vir da, wê da çûm hatim, li mijûliyekê gerîyam. Dûra dîsa roj derket, hewa xweş bû. Êdî meriv kanîbû li hewşê di bin terasê da rûne û qahwa xwe vexwe.

Pûtîn qurretiya Erdogan jê ra nehîşt !

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Tehranê di civîna bi Pûtîn ra 54 sanîya ew da payin.
Ji ber ku Pûtîn jî berê li Moskovayê 2 deqîqeyan ew dabû payin.
Gotin Erdogan li Tehranê heyfa xwe ji Pûtîn girt.
Dema min ev xeber xwend, min ji xwe ra got Pûtîn viya ji Erdogan ra nahêle, miheqeq ewê pîê vede.
Îro ew texmîna min rast derket, rûsan li Idlibê bi çeteyên Tirkiyê vedane.

Ji dêlî bîranînan

Di nabêna salên 1985-2011a da 15 salan min notên rojane girtine, hin bîranînên xwe nivîsîne.
Tiştekî xerîb e di van 15 salan da îro min tu not negirtiye, tiştek nenivîsîye.
Di defteran da û di kompîtorê da rûpela îro vala ye. Belkî di pêş da hin rojên din jî wek vê hebin. Yanî dema rojekê min nenivîsî dibê hûn bizanibin wê rojê min not negirtiye.

Tenê sala 1986a da bi minasebeta nîşana birayê xwe Metîn, min telefonî mala apê xwe Hecî Emer kiriye, bi apê xwe ra peyivîme. Diya min û bavê min li wir bûne, ez bi wan ra jî peyivîme. Bêyî vê notê tu salê min îro tiştek nenivîsîye.

Ez viya çima dibêjim?

21 juli 2022

Artêşa tirk nizanîbû yên dikujin ereb in

Artêşa tirk heger bizanîbûya yên li seyrangeha gundê Perexê ereb in ev qetlîam nedikirin, gotin de Zaxo ye, kurd in. Jixwe gundê Perexê berê jî, di 15ê vê mehê da bombebaran kirine û du kes birîndar bûne.

Yanî edresê baş nas dikin, berê jî ceribandine.
Kuştina kurdan ji bo artêşa tirk êdî bûye karekî rûtîn, kînga dilê wan bixweze derekê bombebaran dikin, ji wan ra tu carî nabe problem.

20 juli 2022

Hustuxwarî ne çare ye

Bi hustuxwarkirinê, bi libergerê, bi zeytkirinê, bi bertîlkirinê tirk dev ji neyartiya kurdên başûr û Kurdistana Federe bernadin. Hûn çi bikin jî tirk nabin dost û dilxwazên we. Dibê hûn vê rastiyê ji tarîxa xwe ya dûr û nêzîk fêm bikin.

Artêşa Tirkiyê li Zaxoyê li hemberî sivîlan qetlîamek kiriye, 10 siwîl kuştine, 30 heb jî birîndar kirin. Piranî jin û zarok in. Ev teroreke mezin e.

Wer xuya dike li Tehranê dewla Erdogan bi avê neketiye


Li gorî xeberên medyayê Pûtîn û Reîsî ji êrîşa Tirkiyê ya ser Kurdistana Rojava ra negotine erê, jê ra lampa kesk vênexistine.

Heger rast be, heger bi rastî li dijî dagirkirina Kurdistana Rojava derketibin baş e, li kara me ye.

Lê li ser çi li hev kirine, destûra çi dane Erdogan hîn ne diyar e. Di rojên pêş da ewê xuya bibe.

19 juli 2022

Civîna li Tehranê ji bo êrîşa ser Kurdistana Rojava ye

Serokê Îranê Reîsî û serokê Tirkiyê Erdogan bi hev ra konferanseka çapemeniyê çêkirine, di civînê da gotine, ”ew li ser micadela li dijî terorê peyivîne û ewê di vî warî da hevkariya xwe bidomînin.”

Tirkiye û Îran ji micadele û liberxwedana kurdan a bi heq, netewî ra dibêjin ”teror” !

Yên li hemberî kurdan terora dewletê bi kar tînin ew in, lê navê xwe li kurdan dikin.

Îro me li hewşê xwe daye ber tavê

Îro em neçûne meşa xwe ya rojane, min û xanimê li hewşê xwe daye ber rojê, em xwe diqimirînin. Belkî danê êvarî em herin hinekî li ser xwe bigerin.

Xelk ji bo xwe bide ber tavê dihere Îspanyayê, Îtalyayê, Yûnanîstanê yê me hewşa me ye.
Em li hewşa xwe bûne turîst.

Tenê derya kêm e, ew jî 10 deqqa ji mala me dûr e, em bixwazin em kanin herin li wir xwe şil bikin.

18 juli 2022

Piraniya kurdên bakur ne li dijî tirkbûnê ne

Wek milet hebûna me kurdên bakurê Kurdistanê di talûkê da ye.

Em kurdên bakur roj bi roj asîmîle dibin, dibin tirk.
Her kes vê felaketa hatiye serê miletê kurd dibîne. Lê mezin û rêberên kurdan, partiyên kurdan li hemberî vê felaketa mezin tu tiştekî cidî, radîlal nakin, seferberligê îlan nakin.

Li Kurdistanê bajar ji zûda ye bûne destar û aşên asîmîlasyonê û tirkbûnê. Li bajaran kurd bi lez dihelin, dibin tirk.

17 juli 2022

Mîvanê me çû mal xalî ma

 

Me bîstik berê mîvanê xwe(lawkê xwe Azad) rêwî kir. Me xurîniyek ekskulîsîv dayê û dûra jî pasta wî da ber.

Herçiqas got êdî ez ne zorok im, tu rojbûnan pîroz nakim , lê me me got heyran, tu ji Lundê hetanî Stockholmê hatiye, em devê te şîrîn ekin em te bi rê nakin. Û xêra te em jî devê xwe şîrîn bikin.

Ji diya xwe ra got, her cara ez têm vir di nav 3-4 rojan da herî kêm ez du kîlo qelewtir dibim û diherim mal. Vê carê belkî qelawtir bûm. Rûtîna min a berê serobinî hev bû. Li mal hetanî çend rojan ez nikanim werim ser dûzan û rûtîna xwe ya normal.

Mêrik telefon ji dest nakeve

Serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bûye wek delalê kerê xwe wenda kiribe, rojê telefonî serokekî dewletekê dike.

Merivekî hîperaktîf e, tu dibêjî belkî nişadir tê da ye, tebatî lê tuneye. Hundur têrê nake, her roj telefonî serokekî dike.

Du roj berê telefonî Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz El Siûd kiriye, eydiya wî pîroz kiriye.
Do jî telefonî serokê Fransayê Macron kir. Ji xwe ra kiriye rûtîn, rojê telefonî serokekî dike û bi wê jî reqlama xwe dike.

Bi van telefonan dixwaze nîşan bide ew merivekî gelkî muhîm e, kane telefonî serokên gelek dewletan bike û bi wan ra bipeyive.

16 juli 2022

Em îro jî wek turîstan geriyan



Îro ez, xanim û herdu xortên me, em çûn girava Vaxholmê. Dema meriv dihere Vaxholmê nabe meriv neçe li Kela wê negere. Me jî wer kir, em li dora 5 saetan li Vaxholmê (Vaksholmê) û li nava kela wê geriyan.

Şansê me hebû baran nebarî. Me bi zor xwe gîhand mal. Nuha em qala gerr û seyrana xwe dikin.

15 juli 2022

Me îro ciyekî pir ecêb dît

Heyran bi navê Xwedê erebe(otomobîl)heyat e. Li bajarê mezin peyatî meriv nikane li gorî dilê xwe têr bigere, derên xweş bibîne.

Azad îro jî em birin "Ytterjärna, Saltå Kvarn", dereke wek cinetê bû.
Em têr lê gerîyan, em çûn ber avê, li qahwexaneya wan rûniştin, me ji dikanên wan hin tişt mişt kirî, em çûn aşê wan, me ji firna wan nan kirî.

Bi xurtiya xwe ya îro zêde nefirin !

Gotineke xweş heye, dibêjin baqilekî çermsoran gotiye. Camêr gotiye:

”Gava av bilind dibe, masî mûriyan dixwin. Gava av dimiçiqe mûrî masiyan dixwin. Dibê kes bi serdestî û xurtiya xwe ya îro zêde nefire. Ji ber ku kî ewê kê bixwe herikîna avê biryarê dide.”

Ev gotina pêşiyên çermsoran ji me ra dibêje, bi serdestî û xurtiya xwe ya îro zêde nefire, di rojên pêş da kî ewê zora kê bibe ”herikîna avê” ewê biryarê bikde.

14 juli 2022

Ji gerr seyrana me ya îro çend dîmen

 


Lawikê me Azad îro ez û diya xwe birin Drottnîngholmê(Qesra Qirêl a havînê). Me berê jî dîtibû lê ne bi temamî. Îro em baş lê geriyan.

Bexçê Drottnîngholmê serîyek heye, serîyek tuneye, meriv digere, nagere dawî nayê.

Bi gerrê me derek parkê nehîşt, hema hema em quncik bi quncik lê gerîyan. Ji Qesra Çînê bigire, hetanî bi Qesra Qirêl, çiqas xanî û qesrên di nav bexçe da hebûn, me riya xwe gişan xist, em li gişan gerîyan.

Ewlad û dilşadî

Dibêjin ewlad li dinyayê nûr e, li axîretê surûr e (dilşadî ye, kêf e).

Wele ez axîretê nizanim lê bi hatina lawikê me yê mezin Azad ra ji do da ye mala me şêntir û xanim jî kêfxweştir bûye.

Helbet ez jî kêfxweş im, lê kêfxweşiya dayikê zêdetir e.

Şevê çûnî hetanî derengê şevê pilan û programa gerra me ya îro çêkirin. Îro emê herin Drottnîngholmê(Qesra Qirêl a havînê). Azad demakê li wir eskerî kir, nobetdarê ber Qesrê bû.

Bîsteke din, piştî me xurîniya xwe kir emê bibin turîst…

13 juli 2022

Dr. Şerîf Karakoyunlu û bîranîneke min


Dixwazim bi vê nivîsê kekê
Dr. Şerîf Karakoyunlu, kurdperwerê hêja di 30 saliya wefata wî da bibîr bînim.


Vê biharê birayê min Fûad hat çendakî li ba me ma. Rojekê di sohbetekê da min jê ra qala serpêhatiyeke xwe û Dr. Şerîf Karakoyunluyê gorbihuşt kir. Serpêhatiya min jê ra pir balkêş hat, got dibê tu vê serpêhatiya xwe binivîsînî.

Min got ezê rojekê binivîsînim, lê min ji bîr kir. Du sê roj berê min hin notên xwe yên kevn dixwend bûyer dîsa hat bîra min.

12 juli 2022

Ez û nivîs

Di nivîsandina nivîsekê da ji bo min tiştê herî zor cumla pêşî ya nivîsê ye, piştî cumla pêşî min li hev ragirt nivîs êdî qediya ye, nivîs êdî diherike, gotin di serê min da xwe di ber hev ra dikin; ew dibêje min binivîsîne, ya din dibêje na ez jê xweştir im, min binivîsîne.

Yek ji wê, yek ji ya din,  ez hew dibînim nivîs tew qediya ye jî.
Gelekê caran ez bi nêta nivîsîna twîttekê li ber kompîtorê rûdinim û dest bi nivîsandinê dikim, lê hew dibînim bûye meqaleyek.

Ev nivîs wisa bû, min got ezê twîttekê binivîsînim lê wa ye ji tunebûnê bû meqaleyek.

Erdogan ji bo destûra êrîşa ser kurdan bigire dihere Îranê

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn û serokê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di 19ê temûzê da diherin Tehranê.

Erdogan û Pûtîn ewê bi serokê Îranê Îbrahîm Reîsî ra hin pilan û dek û dolaban li hev ragirin. Helbet madeya rojeva wan a yekê ewê li ser kurdan be.

Erdogan ji bo dagirkirina Kurdistana Rojava dixwaze ji Pûtîn û Îbrahîm Reîsê destûrê bigire. Hetanî nuha Pûtîn û Reîşsî li dijî êrîşa Tirkiyê derdikevin.
Erdogan dixwaze bi wan ra bazareke nuh bike û destûra êrîşa ser rojavayê Kurdistanê bigire.

Hêvî dikim li hev nekin, lê îhtîmala li hevkirina wan pir zêde ye. Heger ew li hev bikin, ewê Esed jî îqna bikin.

11 juli 2022

Tirkan di êrîşkariyê da kara xwe dîtine

Piştî dagirkirina Efrînê, Serêkaniyê, Girê Sipî û beşekî Kurdistana Federe, tirkan nuha jî hin giravên Yûnanîstanê di çav xwe ra gkirine, vê carê jî dixwazin wan giravan dagir bikin. Nêta wa new e.

Serokê MHPê Devlet Bahçelî di twîtteka xwe da xerîteyek belav kiriye, Girît jî di nav da çend giravên Yûnanîstanê xistiye nava sînorên "Mîsakî Miliya Tirkiyê."

Tirk her dera demekê Dewleta Osmanî dagir kiribû wek milkê xwe dibînin, lema başûr û rojavayê Kurdistanê bi tevayî wek erdê xwe qebûl dikin û dibêjin rojekê emê bigrin.

10 juli 2022

Pirsên hakim û bersîvên Salih Begê Hênî

 

Salih Begê Hênî

Ka werin em Salih Begê Hênî hinekî nas bikin.
Salih Begê Hênî di sala 1868/1869a da li Hênê hatiye dinê û di 29ê hezîrana 1925a da ew û 46 kesên din bi Şêx Seîd ra hatin îdamkirin.
Salih Begê Hênî, şair, merivekî minewer û alimekî zana bûye, bi 6-7 zimanan zanîbûye.

Hakim ji Salih Begê Hênî yê bi Şêx Seîdê gorbihişt ra hat îdamkirin pirsiye:
-Tahsîla te çi ye?
Salih Beg:

Eydiyên dînî û wezîfeyên ewladan

Tiştê eydiyên(cejnên)dînî dike eydî û ji cejnên netewî û yên din cuda dike adet û rîtualên bi wan ve hatine girêdan in. Du aliyên eydiyên dîne hene, yek aliyê dînî ye, yek jî aliyê sosyal, kulturî ye.

Ez aliyê dînî yên eydiya remezanê û qurbanê didim aliyekî, dixwazim li ser aliyê wan ê sosyal, kulturî çend gotinan bibêjim.

Eydiya Remezanê jî, Eydiya Qurbanê jî di jiyana kurdên misilman da muhîm in û bûne sebebên bicîbûna gelek edad û rîtualên dînî û sosyal.

09 juli 2022

Peymana nabêna Swêd û Tirkiyê hat protestokirin

 

Îro saet di 13.30î da li Stockholmê li dijî peymana Swêd û Fînladê bi Tirkiyê ra îmze kirine meşeke protestoyê hebû. Ez çûm tevî meşê bûm, em ji herêma Norra Bantorgetê hetanî ber meclîsê meşiyan. Meş qelebalix bû, tiştê baş swêdî pir bûn.

Parlamenterê Partiya Çep Alî Espatî(faris e)axaftineke pir mikemel kir, min jê ra baş li çepika xist. Çimkî camêr bi wê axaftina xwe ya ji dil çepik heq kiribû.

Meş têra xwe qelebalix bû, ez dibêjim belkî li dora 1000 kesî hebû.

08 juli 2022

Hin tişt hene gerek meriv xweş nebîne !

Kurdekî bi navê Celal Îbrahîm di malpera Facebooka xwe da pir pesnê waliyê Wanê Ozan Balci daye, ji ber "xebatên wî yên hêja" ew bi asîmanan xistiye, bi dil û can ew pîroz kiriye.

Dema min nivîs xwend ez pir aciz bûm, min li binê nivîsa wî jê ra çend gotin nivîsîn û jê ra got ji ber vê şêla te, ji ber hezkirina te ya ji waliyê dewleta dagirker ez te jihevaltiya xwe derdixînim û min ew ji hevaltiya xwe derxist.

Min nivîsa wî(Celal Îbrahîm) kopî kir ji bo ku tiştekî li ser binivîsînim. Nivîs wiha ye:

07 juli 2022

Tu tû kî jor simêl e, tû kî jêr rî ye...

Li ser perîşaniya me, bêxîretiya me ya li dijî asîmîlasyonê gava meriv rastiyê dibêje moralê însanan xera dibe, hin kes xwe aciz dikin, murûzên xwe tahl dikin, dibêjin na lo, rewş hewqasî jî ne xerab e, tu zêde pesîmîst î, hewqasî bêhêvî mebe. Ewê baş bibe.

Yanî meriv baweriya xwe, ya dilê xwe dibêje derdek e, nebêje derdeke.

Lê bêdengmayin jî asîmîlasyonê nesekinîne, rewşa me ya kambax baş nake. Tîr dikim Elo naxwe, rohn dikim Welo naxwe…
Tu tû kî jor simêl e, tû jêr rî ye, xweziya meriv di devê meriv da dimîne.

06 juli 2022

Trajediya zewaca bi tirkan ra

Luqman Gulduvê, di malpera Diyarnameyê” da li ser şairê bi nav û deng, îdolê keç û xortan Qedrî Can, malbata wî, zarokên wî nivîseke pir balkêş nivîsîye; bi lawê Qedrî Can, Mizgîn Can ra hevpeyvîneke balkêş kiriye.

Luqman Gulduvê li Almanyayê bi lawê Qedrî Can, Mizgîn Can ra li ser bavê wî sohbeteke muhîm kiriye.

Mizgîn Can gotiye ew bi kurdî baş nizane, çimkî bavê wî bi wan ra bi tirkî dipeyivî, zimanê wan tirkî bûye û li dibistanê jî erebî fêr bûye. Lema jî xwestiye sohbet bi almanî be. Luqman Gulduvê jî pirsên xwe bi almanî jê kirine.

05 juli 2022

Erdogan bela xwe ji kurdên Rojava venake

Amerîka li dijî êrîşa Tirkiyê ser Kurdistana Rojava ye. Rûsya li dij e, dibêje rehet bisekinin. Îran li dij e, dibêje em qebûl nakin hûn erîşê bibin ser Sûriyê. Lê tirk di êrîşê da israr dikin.

Erdogan ewê here Îranê ji bo êrîşê belkî îqna bike.
Ji bo êrîşê li ber Pûtîn digerin.

Ev gur û faşîstên har, devbixwîn bela xwe ji me venakin, dixwazin Kurdistana Rojava bi tevayî dagir bikin, hedefa wan ew e

Dûra jî ewê bela xwe di kurdên başûr bidin.

Kovara Zarema jî xatir ji xwendevanên xwe xwest


Kovara Zarema îro xatir ji xwendevanên xwe xwest û dawî li weşana xwe ya fizîkî anî; êdî ewê li ser kaxetê neyê çapkirin û wek kovar nekeve destên xwendevanên xwe.

Li gorî agahiya berpirsiyarên kovarê belav kirine heger bikanibin ewê dijîtal derxînin.

Di nav van çend salên dawî da li welatê me şertên aborî, şertên belavkirinê û abonetiyê hatine guhertin, her kovar û rojname nikane jiyana xwe bidomîne. Kovar û rojnameyên aborîya wan pir ne xurt be tên girtin.

Hêvî dikim ”Kovara Zarema” jiyana xwe bi rengekî dijîtal bidomîne.

04 juli 2022

Asîman îro bûye wek lokekî hêc !

Nuha li Stockholmê, li herêma me Alby baraneke wer bi zirp dibara ji ximîna wê, ji gurre gurra ewran û tavan û şîrqîna birûskan di hundur da jî hinavê meriv diqete.

Ev nêzî sê saetan e bi vê zirp dibare. Carnan çend deqan bîna xwe digre, lê ji nişka ve dîsa wek lokekî hêcî girgîn gurrîn û hîbîn pê dikeve û bi satilan dike xwar.

Fena ku asîman azirî bin, ji dengê tavan û şîrqîna birûskan meriv newêre serê xwe ji hundur derxîne, hinavê meriv diqete...

Misilman ne li dû bextewariya vê dinyayê ye

Fîlozof, Prof. Dr. Yasîn Ceylan li ser Medenîyeta Îslamê bi  Kubra Par ra hevpeyvînek kiriye. Di hevpeyvîna xwe da li ser felsefeya îslamê gotiye:

”Medenîyeta îslamê bêtir berbî dinya din e, yanî li ser axretê ye. Di demên dawî da îdîala mezinkirina ciwanên(xortên) dîndar heye. Ji dêlî cuwanên serketî dixwazin ciwanên dîndarmezin bikin, bigihînin, ev pir şaş e.
-Ji bo çi?
Çimkî misilman ne li dû bextewariya dinyewî ye, li dû bextewariya axîretê ye, li dû bextewariya dinya din e.

03 juli 2022

Dengên li hemberî teslîmîbûna Swêd zêde dibin

Nivîskar û rojnamevanê bi nav û deng Jan Guilluo li ser peymana Swêd bi Tirkiyê ra îmze kiriye û nêçîra pûlisên Swêd a li hemberî kurdan tê meşandin çend gotinên bi ûjdan kirine.

Jan Guilluo bêdengiya medyaya swêdî jî rexne dike. Ji ber ku nêçîra pûlisên Swêd li hemberî kurda ye medya jî bêdeng e. Heger eynî zulm li miletekî din bihata kirin ewê bêdeng nemana.

Mala te ava be Jan Guilluo. Fermo nivîsê bixwînin:

02 juli 2022

Fînî li ser lîsteya Erdogan çi dibêjin?

Gelo medyaya fînî li ser peymana di nabêna Tirkiyê û Fînlandîyayê û Swêd da îmze bûye çi dibêje, li ser vê meselê li Fînlandiyayê minaqşeyeke çawa heye, partiyên siyasî li ser şertên Erdogan çi dibêjin?

Hukûmeta Fînlandiyayê li ser beyan û lîsteya Erdogan û teslîmkirina kurdan çi dibêje?

Haya me kurdên Swêd ji minaqaşeyên Fînlandiyayê tune ye, em nizanin fînî çi dibêjin?

Kurdên li Fînlanîyayê dimînin me ji minaqaşeyîn Fînlandiyayê agahdar bikin ewê baş be?

01 juli 2022

Hûn bi kurdan ra bêbextiyê dikin !

Ecêb û sosreta giran, Swêd tew ji nuha da 3-4 kurd bi dizî teslîmî Tirkiyê kirine, tew haya kesî jî jê tuneye!

Ev hukûmet pir bêbext bêşexsîyet derket, bindestîya Erdogan qebûl kirine, ji nuha û pê da Erdogan ji wan çend kurdan bixwaze ewê bi kêfxweşî bidin Tirkiyê.

Hûn ne meriv in, hûn ne xwediyên soza xwe ne, heta nuha xwedêgiravî hûn dostên kurdan bûn, hûn li dijî terora Tirkiyê bûn, lê derket ortê hûn durû û sextekar bûne.

Swêd soza teslîmkirina 73 kesan daye Tirkiyê

Erdogan jimara kesên ji Swêd dixwaze roj bi roj zêde dike. Piştî îmzekirina peymanê bi çend saetan lîsteyek 21 kesî dan Swêd, gotin zû van 21 kesan teslîmî me bikin.

Dûra jimar derxistin 33a.

Erdogan do 40ê din lê zêde kir, got ”Swêd soza teslîmkirina 73 terorîstan daye me.”

Gelo ev îdîa Erdogan rast e ya ne rast e? 
Gelo bi rastî Swêd sozeke wiha daye Tirkiyê, ya jî Erdogan vira dike?

Berpirsiyarên hukûmeta Swêd ev jimara Erdogan ne qebûl kirine, ne jî red kirine. Wê demê tiştê Erdogan gotiye rast e.

Heger derew bûya ewê tavilê red bikirana. Bêdengiya wan tê maneya qebûlkirinê.