Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-6-30
Min û Nafî (Nafî Çilgin) li çarşiyê hevdu dît, em bi hev ra çûn mala wî. Em li
ser civîna KM a Danîmarkayê peyivîn. Me herduyan jî got maşalê perçebûnek din
çênebe.
Lê ez bi xwe bêhêvî me. Min ji Nafîra got tiştê Seîd(Seîd Aydogmuş)îro dike
nîşana perçebûnek nuh e, tas ha çingiya, ha şikiya.
Saet di 20-30î da ji mala wî rabûm, çûm bajêr ba Yilmaz(Selîm Bahçe). Min û
Yilmaz hetanî 23.30î afîşên 10 saliya partiyê li dîwaran xist.
XXX
1986-06-30
*Min û Hesen Yoldaş me yê hevdu bidîta. Gotibû saet di
07.00a da telefonî min bike, emê hev bibînin. Min telefon kir kesî bersîv neda.
Dûra dereng telefon kir, got ez bi xwe nehesiyam. Êdî me hevdu nedît.
*Ez û Seîd (Aydogmuş)em çûn Kutupxana Îstatîstîkê. Me li ser aboriya
Tirkiyê û Kurdistanê hin îstatîstîk
girtin. Seîd li ser aboriya Tirkiyê û Kurdistanê tiştekî hazir dike.
XXX
1988-06-30
*Me civîna redaksîyona Armancê çêkir. Min got li ser redaktekirinê di nabêna
min û Mumtaz da(Nîmet Aydin)carnan minaqaşe çêdibe. Ez hin tiştan rast dikim,
dibêje ”li ba me wisa dibêjin”. Bi vî hawî nabe, wê demê rastkirin ne hewce ye.
Me tu biryar negirt.
*Li ser xebera Xalid(Mehmet Cibran)û Mehdî Zana jî em wek hev nedifikirîn. Min
got em xebera Xali hinekî bêtir derxin pêş, lê hevalan gotin ferq nake. Emê wek
hev bidin.
*Tahtîla min îro dest pê kir. Ezê hinekî rehet bikim.
XXX
1999-06-30
Mazharê Qulpî(Mazhar Duderî) û xanima xwe îro mîvanê me bûn. Îro moralê min pirr xerab e û bîna min jî hinekî teng e, lê dîsa jî em çûn
parka me û me ji xwe ra goşt biraşt. Bi vê minasebetê bîna min jî hinekî fire
bû.
Pîreka wî xanimeka zana û bi kulturtir e, haya wê ji edebiyatê heye û meriv
dibîne gelek tişt xwendiye. Ji Mazhar zanatir û baqiltir e. Bi şev li ba me neman, gotin emê roja îniyê herin
Osloyê.
Dema min û Mazhar li aşxana Yilmaz hevûdu dît, Osman Aytar jî hat wir. Kitêba xwe ya
bi navê “integration i mångfald/Entegrasyona di nav cihêrengiyê da” teza wî ya zanîngehê ye da min.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar