04 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -139-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-06-04

Civîna Komîta Karger a Federasyonê
Min rapora kar û bar pêşkêşî Komîteya Karger kir. Rapor bêyî guhertin, bêyî kêm û zêdekirin hat qebûlkirin. Rezaq Fêlî saetekê dereng hat civînê.
Zubêr ji min ra got Berbang ewê 20 rûpel derkeve, min got nabe, dibê 24 rûpel be.

XXX
1986-06-04

Dogan(Alî Kemal), Mahmûd Kîper û Îbrahîm Guçlu hatin mîvaniya me. Wek her car me dîsa li ser rewşa kurda û lazimiya tifaqê sohbet kir. Bi min wer hat serê Îbrahîm pir tevlihev e, tiştekî zelal di serê wî da tune ye. Yanî hedefa wî ne zelal e. Pir dipeyive, zû fikrê xwe diguherîne.
Îbrahîm merivekî baş e, paqij e, xebatkar e, lê ne merivê kanibe bibe serokê hereketkê, partiyekê. 

 

XXX
1997-06-04

Doza HADEPê îro qediya. Mahkimê ceza li kesên mahkime dibûn barand. 22 sal ceza dan lawikê ala tirk daxistibû. 6 sal jî dan serokê HADEPê Mûrad Bozlak.
Gelek kesên din jî ceza xwarin. Bêyî van cezayên giran, sawcî daxwaza girtina partiyê jî kir.
Diyare esker naxwazin kurd di legalîteyê da bixebitin, dixwazin kurd tim îllegal bixebitin ji bo ku mezin nebin û dema hatin girtin jî tim cezayên giran bixwin.

Îro li Kurdistana Başûr helîloptereka Tirkiyê hat xistin, 8 zabit, 2 astsûbay û eskerek hatin kuştin. Derbeke mezin e.
Telewîzyonên tirk dibêjin helîkopter ji ber çewtiyek teknîkî ketiye, nehatiye xistin.
Lê ez bawer dikim derewa dikin, gerîlla xistiye. Lê naxwazin rastiyê bibêjin.

XXX

1999-06-04

Abûqatên Evdila Ocalan îro beşdarî mahkimê bûn, lê di dema axaftina yekî  ji wan da abûqatên mudaxîl û guhadaran êrîş birin ser wan.
Li ser vê êrîşê hakim nabên da mahkimê û dûre jî heta roja sêşemiyê taloq kir.
Di rewşa Evdila Ocalan da tu guherandineke baş tuneye. Gelek navan dide û gelek têkiliyên der û hundur eşkere dike. Bi taybetî jî êrîşî Yewnanîstanê dike.
Bi baweriya min ev jî daxwaza Tirkiyê ye. Tirkiye zane kane ji Yewnanîstanê talûke çêbibe, lema jî  dixwaze bi êrîşên Ocalan vê bingehê ji binde xera bike.

Dûran Kalkan beyanek da, got çekdanîna gerîla bi bangan nabe, ev îş bi hevdîtinên siyasî dibe. Qesta wî gotinên Ocalan e. Çimkî Ocalan di mahkemê da tiştekî wiha gotibû. Ew jî peyva Ocalan dubare dike.

Ez hêvî dikim hevalên wî jî neçin xeta wî, heger ew jî biçin xeta wî pirr xerab e, teslîmîyet e. Nuha hîn baş ne diyar e çuqasî bi gotinên Evdila Ocalan ra ne û çuqasî jî ne pê ra ne.

XXX
2017-06-04

Merheba kekê Silêman!
Min ev nivîsa xwe destpêka salê(meha çile, meha 1ê)şand ji kovara BAR ra. Bi hesabê ewê di jimara 3a da biweşînin.

Piştî demek dirên ji min ra gotin nivîsa te ji bo jimra 3a nahatiye hilbijartin. Li serê wê min ji wan ra nivîsî, min got êdî neweşînin, ezê bidim dereke din ya jî bi xwe biweşînim.

BAR jimara 3a derket ya na haya min jê tuneye. Ez nuha ji Nûbiharê ra dişînim. Heger we eciband hûnê biwşînin. Lê biryara we erê be jî na be jî xêra xwe bersîvekê bidin min.
Navê nivîsê:
-Betlîsa 1838a û  mîvantiya mîsyonerekî emerîkî ya Şerîf Begê kurd

Zinarê Xamo Stockholm

XXX
2018-06-04 17:31

Tosinê Reşîd nivîsa min a li ser dagirkeriya Tirkiyê li başûrê Kurdistanê xwendiye û ev komnentar kiriye:

Kekê Zinar, dem baş. Min gotara te, ku hêzên tirka ketine Başûra Kurdistanê, xwend. Tu gaznê xwe Kurdistana Başûr dikî, wekî artêşa tirka li wir azad digere.
Başûrê Kurdistanê xwedîyê hêzeke usan nîne, wekî şerê Artêşa Tirkîyê bike. Ma li Bakûra Kurdistanê çîya tunene, ji bo çi PKK xwe li Başûr vedişerê.
PKK dikeve gundên Başûrm, tirk jî wan gunda didin ber bomba. Heta niha, ji bo vê rewşa kambax bêtirî 600 gundên Başûra Kurdistanê wêran bûne û kes tê nemaye.
PKK her tiştî dike, wekî şer di navbera hêzêb Başûr û tikîyê de derê, Başûr ji ne amadeye ji bo şerekî usan.
Silav û rêz.”

Hebûna PKKê hinciteke vir e. Ji PKKê bêtir ji bo kurdên başûr leşkerên tirk li wir in.
Pêşmergeyên kurdên Îranê jî li Kurdistana baçûr hene, lê pasdar wek leşkerên tirk li nava gundên kurdan nagerin. 11 wargehên leşkerî û bi hezaran leşkerên tirk ji serê salan da ye li wir in û kes nabêje ji welatê me derkevin.
Tiştê muhîm heta nuha yek carê jî kurdan negotiye dibê leşkerên tirk ji welatê me derkevin, ev dagirkerî ye.
Dibê meriv vê bêdengiya kurdan normal û rastnebîne, rexne bike.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar