01 juni 2022

Çend rêz ji bîranînên min -136-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

1985-06-01

Em nûnerên Federasyonê yên komela me îro li komelê civiyan. Nûnerên Federasyonê ez, Mahmûd Kîper, Nafî Çilgin û Kemal (Wehbî Aydin) in. Kemal nehat. Em li ser rewşa kongrê û di kongrê da emê çi bikin peyivîn.

Nafî got ez nakevim komîteya karger, me jî got na dibê tu têkevê, çimkî berê jî biryara me ev e. Lê Nafî naxwaze.

Piştî civînê ez û Mahmûd Kîper çûn şeva zarokan. Şev li Tenstayê bû. Bêyî min û Kîper ji hevalên m ekes li wir tunebû…

XXX
1986-06-01

Ez, Îbrahîm Guçlu û kekê Dr. Nacî Kutlay bi ereba wî em ji Stockholmê çûn Uppsalayê semînera M. Emîn Bozarslan. Semîner li ser Serîhildana Şêx Seîd bû.
Bi baweriya min seydayê M. E. Bozarslan tu tiştekî nuh, tiştekî me niznîbû negot. Qala hin mesele û tiştên di nav xelkê da tên gotin kir.
Yanî xwe negîhandibû îfade û belgeyên mahkimê. Lê bi dilşewatî û bi hezkirineka kûr qala Şêx Seîd û Serîhildanê kir.
Seydayê M. E. Bozarslan nasyonelîstekî kurd e, ji miletê xwe, ji zimanê xwe pir hez dike. Kesên wek wî xebetkar, berhemdar û bi disîplîn kêm in. Lema jî ez pir jê hez dikim û pir teqdîr dikim.

Di vegerê da ez çûm mala Mûrad Ciwan. Bavê Nazê jî hat wir. Ji min ra got me nivîsa te hîştiye jimara bê. Got Henefî Celeplî li dij bûye, gotiye ez qebûl nakim ev nivîs di Berbangê da derkeve. Gotiye ezê nivîsê bibim Komîta Karger a Federasyonê.
Bavê Nazê jî gotiye bira bimîne civîneke din, emê li ser bipeyivin.
Ez pir aciz bûm. Got Henefî ji Mueyid Teyib ra gotiye dev ji Bavê Nazê û Zinar berde, bira ew nekevin redaksîyona Berbangê.
Me Henefî li serê xwe kir bela. Min nizanîbû merivekî hewqas bela ye.


XXX

1997-06-01

Keya Îzol, Ahmed Turk, Sedat Yurtaş, Sirrî Sakik vexwendibû mal. Li qahwa Hecî (Cemal Saygili)ez û wî rastî hev hatin.Got tu jî were, em bi hev ra herin. Min got na, lê israr kir. Ez, Weysî Zeydanlioglu û Zîya Avci bi hev ra çûn mala Keya.
Mehdî Zana jî li wir bû. Dûra Mahmûd Baksî û gelek kesên din jî hatin.

Mehdî Zana li mala Qudbedîn Aliş jî bi wan ra bû.
Keya haziriyeke pir baş kiribû. Me li hewşê goşt biraşt û sohbeteke baş kir.
Belkî ev cara pêşî bû hewqas kurdên ji fikrên cihê dihatin ba hev û bi hev ra sohbeteke xweş, bêteşxele dikirin.

*Beşên Şerefnameyê yên min rast kiribûn min teslîmî Elîşêr (Zîya Avcî) kir. Elîşêr Şerefnameyê ji soranî werdigerîne kurmancî, beşê diqedîne dide min, ez dixwînim û zimanê wî rast dikim. 

XXX

1999-06-01

Mahkimê îro jî wek dewletê dixwest da dom kir, Abdullah Ocalan tu tiştekî li dijî dewletê ya jî dewletê aciz bike negot.
Qala hin têkiliyên xwe yên derve kir, got Sûrî, Êrmenîstan û Yewnanîstanê alîkariya me dikirin. Ji xebatên me re zahmetî dernedixistin, çavên xwe digirtin.
Got li Îranê jî nexweşxaneyek me heye. Mahkimê li gor plana hatibû hazirkirin mafê axaftinê da çend kesên ji malbatên ”şehîdan”(!) Wan jî gelek heqaret li Abdullah Ocalan kirin.

Kêfa Tirkan li cî ye, her tişt li gora dilê wan û di çarçeweya pilana wan da dimeşe.
Lema jî pirr rehet in û propagandeyeke mezin dimeşînin. Medya tirk bi yekdengî li hember kurdan şerekî psîkolojîk dimeşîne.
Meriv nikane li qanaleke wan mêze bike, ne jî rojnameyeke wan bixwîne. Kurd ewê çawa kanibin vê heqaretê daqultînin û tehamul bikin bi rastî ez nizanim…

XXX
2021-06-01

Necdet Gundem beşê kitêba xwe yê li ser min ji min ra şandiye, gotiye heger kêmasiyek heye rast bike, lê  zêde bike. Min ev bersîv dayê
Kêmasiyeke zêde tuneye. Lê Armanc redekta dikir ez û Mûrad bûn, Mûrad jî her tim nedihat, meşxûl bû.
Dûra Remzî Kerîm jî ket redaksîyonê, êdî min û wî redakte dikir.
Yanî ji destpêkê min kurmanciya Armancê redakte kiriye. Kumikên herfan jî min çê dikir.
Daktîloya wê jî min kiriye. Abist, Elîşêr, Mihemedê Hekkarî, Nîmet Aydin wan jî daktîloya Armancê kirine.
Du quncikên min hebûn, hindik-rindik û Stiryên me. Di lînka Armancê da tu kanî bala xwe bidî Armancê. Bimîne di xweşiyê da.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar