21 maj 2022

Me îro Mahmûd Al bi kitêba wî yad kir !

 


Weşanxaneya APECê îro li Stockholmê li Kitêbxaneya Kurdî kitêba Mahmûd Alê gurbihuşt da naskirin. Çi heyf nebû qismetê rahmetî di saxiya xwe da vê rojê bibîne û bi xwe kitêba xwe bide nasîn û ji dost û havalên xwe ra îmze bike.

Xwezî berîya wefata rahmetî, dost û hevalên, malbata wî bîr biriba û ev kitêb(Çend çîrokên gelêrî)jê ra çap kiribûna.

Ev yek di saxiya wî da nebû nesîbê wî, lê wî zanîbû ewê were çapkirin. Ev jî teseliyekê dide meriv.

Mistefa Ûzûn di axaftina xwe da got, Mahmûd jê xwestiye ev kitêb were çapkirin û li dost û hevalên wî were belavkirin.

Mistefa Ûzûn jî soz daye wî, gotiye soz ji te ra, emê kitêba te çap bikin.

Bi çapkirina kitêba ”Çend çîrokên gelêrî”, Malbata wî, Weşanxaneya APECê û Mistefa Ûzûn ev wesîyeta wî anîn cî.

Mala gişan ava be, him ji bo edebîyat û folklora kurdî û Swêregê û him jî wek wefadarî karekî baş kirine.

Ji ber ku min kitêb nexwendiye ez nikanim li ser kitêbê tiştekî bibêjim. Lê bi qasî Mistefa Ûzûn qala naverokê kir û ji navê kitêbê jî xuya ye çîrokên di kitêbê da çîrokên gelêrî ne. Kitêb 87 rûpel e. Di kitêbê da 7 çîrok hene, navên wan ev in:

1-Cengo û sê bira
2-Mehmedşah
3-Kêzxatûn
4-Îlham beg
5-Evdoyê tirsonek
6-Pîr Ehmed
7-Mîr û cotkar

Di kitêbê da fîhrîsta çîrokan(naverok) tune ye, ev kêmasiyeke mezin e, dibê fîhrîst hebûya. Kitêb bê fîhrîst nabe. Weşanxanê gerek ev kêmasî nekira. Meriv nizane çend çîrok di kitêbê da hane û navên wan çi ye?

Ji navê çîrokan jî meriv fêm dike hin ji wan li herêmên din jî hene, li hin herêman bi eynî navî, li hin herêman jî bi navê cihê ne.
Mesela çîroka ”Kêz xatûnê” him li gelek herêman heye, him jî di kitêba min ”Antolojiya çîrokên zarokan” da heye.

Lê pirbûna varyantan baş e, her çiqas çîrok eynî çîrok be jî, hawê gotinê, taswîr, devok û peyvên çîrokê li her derê sedîsed ne wek hev in, pir hindik ferq û cudahî heye, ev jî ji bo zimên baş e, dewlemendîyeke.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar