02 maj 2022

Li ser avakirina kitêbxaneyeka netewî !

Hey gidî dinyayê, te derwînê, te bêbextê û bêwefa yê.

Me bi salan kitêb, kovar, rojname û belavok li xwe top kirin, nuha dereke em wan bidinê tune ye. Em ditirsin piştî em mirin zarok wan bavêjin ser sergo!
Bala xwe bidin vê trajediyê!
Di nabêna salên 1980-2010a da, dema em xort û ciwan bûn, me gelek kitêb, kovar, rojname û belavok li xwe top kirin, me malên xwe na kirin kitêbxane.Lê nuha jî em nizanin emê çawa ji wan xelas bibin?

Me her kovar û rojnameya kurdan derdixit, her kitêba li ser kurdan û Kurdistanê dikirî, her belavoka komele û partiyên kurdan belav dikir top dikir.

Li Swêd malên gelekên me bûbûn kitêbxaneyên biçûk. Me gelek kesan serwetek dan kitêb û kovar û rojnameyan. Ez yekî ji wan kesan im. Di mala min da ji kitêban cî nema bû.

Lê nuha jî, piştî em nêzî dawiya jiyanê bûne, berî mirinê em dixwazin ji wan kitêb, kovar, rojname û belavokên bi salan me li xwe top kiribûn xelas bibin.

Çimkî piştî em mirin zarokên me ewê wan bavêjin ser sergo. Heger giş wiha nekin jî, piranî ewê wiha bikin. Lema jî berî mirina xwe, em dixwazin arşîvên xwe´na bidin Kitêbxaneya Kurdî ya li Stockholmê. Gelek kesan hetanî nuha kirine.

Min piraniya arşîva xwe da Kitêbxaneyê. Her cara ez diherim wir, dibînim yekî din jî arşîva xwe daye Kitêbxaneyê. Karton li ser hev in. Yanî êdî yên arşîvên xwe didin Kitêbxaneyê roj bi roj zêde dibin.

Diyarîkirin baş e, tiştên hatine topkirin wenda nabin baş e, tiştên bi fêde neyên avêtin baş e.

Lê problem ciyê Kitêbxaneyê tune ye, tiştên tên pir in, ciyê Kitêbxaneyê, qada wê têrê nake, jê ra ciyekî mezintir lazim e. Heta nuha têrê dike. Lê hêdî hêdî ewê teng bibe. Dil dixwest avahiya Kitêbxaneyê gelkî mezintir bûya.

Lema jî kitêb, kovar, rojname û belavokên hatin Kitêbxaneyê giş di kartonan da ne, ji hev nehatine girtin, tesnîf û arşîv nebûne. Însan nikanin jê fêdê bibînin. Heval li ser dixebitin, hêvî dikim di demek nêz da ewê gişan bi cî bikin.

Li dinyayê, li Ewrûpayê gelek zengînên kurd hene, hinek milyarder in. Heger di nav wan da çend kesên nasyonalîst hebûna ewê li paytexteke welatekî Ewrûpayê xaniyekî mezin bikiryana û ji miletê kurd ra kitêbxaneyeka netewî ava bikirana. Ev cî kane Stockholm be ya jî li welatekî din be.
Lê nakin. Fikir û projeyeke wiha bi kesî ra tune ye.

Heger kurd bîr bibin û bixwazin li dîasporayê çêkirina kitêbxaneyeka netewî a kurdî a mezin mimkûn e.

Dema kitêbxaneyek wiha mezin û tekûz çê bibe, kane her tiştê li ser kurdan û Kurdistanê top bike, arşîv û dîjîtalîze bike û têxe xizmeta xwendevan û lêkolînerên kurd û biyanî.

Heger hukûmeta Kurdistanê jî bixwaze kane li Kurdistana başûr kitêbxaneyeka wiha çê bike û ji dinyayê tiştên li ser kurdan û Kurdistanê top bike.

Lê kes ne bîra tiştekî wiha dibe û ne jî gaveke wiha davêje.

Ez vê pêşniyarê dibim ji Dîakurdê ra, bira hevalên Dîakurdê li ser vê yekê bipeyivin, gelo tiştekî wiha mimkûn e ya na?

2 kommentarer:

  1. Silav kekê hêja Zinarê Xamo!
    Piştî ku te ji camêrî û xêrxwazîya xwe gelek kitêb û kovar û dokumentên biqîmet wek diyarî dan Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê, hin camêrên dî jî, wek Hesenê Qazî, Xalid Resûl, Adil Anwer û Dana Reûf, gelek kitêb û kovar û dokumentên hêja dan Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê. Me kitêb û kovar û dokumentên hanê ji kartonan deranîne, vavêr kirine û li ser refan berdest kirine da ku her kes jê îstîfade bike. Heger hin kitêb û kovarên diyarîkirî demekê di kartonan da bimînin, ew ne ji ber tengîya cihî ye, lê ji ber nebûna îmkanên me ye ku em wan zûtir ji kartonan derxin û li Kitêbxaneyê bi cih bikin. Heta niha pirsgirêka bicihkirina kitêban li avahîya Kitêbxaneya Kurdî peyda nebûye û cih hêj fireh e. Her kesê ku bixwaze dikare kitêbxaneya xwe wek diyarî bide Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê û em dê ji dil memnûn û minêkar bin.
    Li şûna ku kitêbxaneyeka din ji nû ve li Swêdê yan li Ewropayê bê ava kirin, ez ji te û dilsoz û welatparêzên mîna te dixwazim ku bi deng û qelem û îmkanên xwe Kitêbxaneya Kurdî ya Stockhomê, ya ku îsal dibe 25-salî, biparêzin, pêşve bibin û dewlemendtir bikin.

    Rêz û hurmet
    Newzad Hirorî
    Kitêbxaneya Kurdî ya Stockholmê

    SvaraRadera
    Svar
    1. Ji bo vê agahdariya te ya hêja gelekî sipas birayê ezîz.
      Ji bo ku piştî min hin kesên din jî kitêbên xwe diyarî Kitêbxaneya Kurdî kirine pir kêfxweş bûm. Mala wan camêran ava be.
      Di wê nivîsa xwe da qesta min ne ku bira Kitêbxaneya Kurdî were girtin, ya jî dibê meriv alîkariyê pê ra neke. Belovacî wê zengînkirin û berfirehkirina wê bû.
      Min xwest bibêjim dibê kitêbxaneyeke me ya gelkî mezintir hebe. Heger kurd bîr bibin kanin kitêbxaneyeka pir mezintir û xweşiktir ava bikin. Li Ewrûpayê ev potansîyela kurdan heye.
      Tu jî zanî ji bo ku Kitêbxaneya Kurdî neyê girtin û kurd alîkariya wê bikin çi ji destê min hatiye min tu carî texsîr û derax nekiriye û ji nuha û pê da jî, madî manewî çi ji destê min were ezê texsîr nekim.
      Di kar û barên we da serketinê dixwazim û gelek silavên biratiyê.
      Birayê te Zinarê Xamo
      2022-05-05

      Radera