16 maj 2022

Kurdî salê carê bi pîrozkirinê ji mirinê xelas nabe

Ev çend sal in kurd salê rojekê wek roja zimên pîroz dikin. Baş dikin, zirar di pîrozkirinê da tune ye.

Lê salê carekê bi pîrozkirinê zimanê me mirinê, zarokên me ji asîmîlasyonê xelas nabin.

Heger hûn cidî ne, heger bi rastî hûn dixwazin kurdî nemire û tirkî nebe zimanê we, dibê hûn ji mala xwe, ji zarokên xwe dest pê bikin.
Yanî li malên xwe, bi zarokên xwe ra bi kurdî bipeyivin, li çarşiyê, li bazarê, bi hevalên xwe ra, di civînên xwe da bi kurdî bipeyivin.

Di medyaya sosyal da dev ji tirkî berdin û bi kurdî binivîsin.

Yanî dibê kurdî bibe zimanê we yê rojane, yê malbatî, yê siyasî, yê edebî.

Dibê hûn bi tirkî birr û bazarê, kirîn û firotinê nekin, li markêtan etîketên tiştan bi kurdî binivîsin, yên bi tirkî rexne bikin. Yanî di qedê da tirkî ji jiyana xwe derxin.

Ev 40 sal e ez li we dikim gazî û hawar, vê daxwazê ji we kurdan, ji siyasetmedaran dikim, lê kes guh nade daxwazên wiha. Ev xemsarîya me bû sebebê zimanê me li ber mirinê ye.

 

XXX

Kurdên di siyasetê da ji ber rejîma Tirkiyê dadixun, berpirsiyarên dewletê zeyt dikin, heta hustuyê xwe li ber wan xwar dikin şaşiyê dikin, di otosansorê da, di hustuxwarkirinê da ne li karê ne, li zirarê ne.

Erê serê xwar nayê jêkirin, lê di nava milet da tu qîmeteke wî serî jî namîne. Dibê meriv xwe belasebeb erzan neke, xwe biçûk nexîne.

Dijminên me pir bêbext û bêbav in, dixwazin me pûç û bêşexsîyet bikin. Dibê meriv neyê lîstika vî neyarê devbixwîn.

Tiştê em bibêjin û jê tawîzê nedin ev e: Em kurd in, welatê me Kurdistan e, azadî û serxwebûn wek her miletî mafê me ye jî.


Inga kommentarer:

Skicka en kommentar