19 maj 2022

Kêmasî û şaşî jixweber ji ortê ranabin

Tu kêmasî bêyî midaxele, bi xwe ji ortê ranabe, meriv tu carî   jixweber ji kêmasiyan, ji nezaniyê xelas nabe.

Meriv tu carî jixweber zana nabe, her tişt bi xebatê dibe. Gerek meriv bixebite, gramer û îmla kurmancî fêr bibe, serê xwe hinekî pê ra biêşîne.


Kesên hîn nizanin bi kurmancî binivisîn dibê xwe fêr bikin. Heger meriv ne analfabet(nexwende) be dibê bizanibe bi kurdî bixwîne û binivîsîne.

Fêrbûna nivîsîna kurmancî, zazakî ne deve û qantir e, herî pir karê çend rojan e, meriv bixwaze fêr dibe.

Bala min lê ye kurmanciya gelek nivîskaran, gelek kesên di medyaya sosyal da her roj dinivîsin zeîf e, gelek şaşiyên rastnivîsê dikin, xwe bi pêş da nabin.

Bi salan e dinivîsin, lê hîn jî xwe bi pêş nexistine, hîn jî şaşiyên îmlayê dikin.

Bêguman ji bo me kurdan kêmasiyên, şaiyên îmlayê, sentaksê normal in. Çimkî me kesî kurdî di dibisitan û zanîngehan da nexwendiye, kesî em fêrî kurmanciyeke standart nekiriye. Ev rast e, meriv viya fêm dike.

Lê dîsa jî hin tiştên me yên mişterek çêbûne, êdî hema hema her kes wan qaîdeyan qebûl dike.

Lema jî dibê meriv hinekî xwe biwestîne, bi dîqet binivîsînî û hinekî bala xwe bide qaîdeyên rastnivîsê.

Şaşiyên rastnivîsî, sentaksê çiqasî hindik bin hewqasî baş e, gerek meriv ji bo vê bixebite.

Meriv kane bala xwe bide nivîsên kesên kurmanciya wan baş e, kesên li ser kurmancî dixebitin.

Yanî ne hewce ye meriv here qurs û dibistanan, meriv kane ji nivîsên kesên kurmanciya wan baş e jî fêdê bibîne.

Bi kurtî tu kêmasî û şaşî ji xwe ber ji ortê ranabe, dibê însan ji bo wê bixebite, xwe biwestîne.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar