20 maj 2022

Kar dibê di wext û zemanê xwe da were kirin

Dibê meriv her karî di wext û zemanê wî da bike, dereng nexîne.
Karê bi derengî were kirin wek gula, çîçeka ji ber bêaviyê hişk bûbe, dûra tu çiqasî av bidî jî bêfêde ye, carê hişk bûye, tu çi bikî ji nuhve ruh pê da nayê.

Dibê te di wextê da av bida, dibê te nehîşta hişk bibe.
Pençeşêra meriv zû pê nehese tedawiya wê zor e, li tevahiya bedenê belav dibe.

Siyasetmedarên kurd, edîb û ronakbîrên kurd pir dereng bi mirina zimanê xwe hesiyan.

Kurdî ketiye ber sikratê we hîn nuh dest bi kampaniyan û bi xebatên ji bo zimên kirine, civîn û konferansan çê dikin, li der û dora xwe dikin gazî û hawar, dibêjin bi zimanê xwe bipeyivin, asîmîlasyonê zimanê me biriye ber mirinê.

Xebatên we baş in, bikin, lê pir dereng e, dibê we ev xebat 50 sal berê bikira, 50 sal berê we yê tirkî nekira zimanê xwe yê rojane, zimanê malê, zimanê siyasetê û edebîyatê. Sûcê we ye, kerê we yê 50 sal berê bikira, hûn nuha pê hesiyan e, nuha hûn hin karan dikin.

Meriv li dijî asîmîlasyonê çi bike baş e, lê dibê hûn bizanibin êdî pir dereng e, we karê xwe di wextê da nekir, we felaketa îro hatiye serê miletê kurd di wextê da nedît, we bi destê xwe zarokên xwe, hevalên xwe, miletê kud asîmîle kir.

Lema jî bi qasî dewletê, hûn siyasetmedar û kesên bûn evîndarên tirkî jî mesûl û sûcdar in, dibê we zarokên xwe, civata xwe asîmîle nekira, we tirkî nekira zimanê xwe û yên zarokên xwe.

Kesên bûne sebebê vê felaketa hatiye serê miletê kurd dibê şaşiyên xwe, sûcên xwe qebûl bikin û dev ji pêşengî û serokatiya partî û dezgehên kurdan berdin, musebîbên vê felatama mezin nikanin li dijî asîmîlasyonê micadelake bi îstîkrar bidin, dibê xwe bidin alî û kesên ehlên vî karî serkêşiya şerê li dijî asîmîlasyonê bikin.

Karê îro dibê meriv nehêle sibe, çîçeka di wextê da neyê avdan ewê hişk bibe, zarokên asîmîle bûbin ji asîmîlasyonê xelas nabin.
Lê ji bo ku kurdên mane jî nehelin, asîmîle nebin qenekê ji nuha û pê da zarokên xwe, hevalên xwe asîmîle nekin, li zimanê xwe vegerin, dev ji tirkî berdin.

XXX

Her kurdê bû heval û şûrkêşê AKPê û Erdogan rojekê ewê pir poşman bibe, ewê rûne li çonga xwe xe, ewê porê xwe birûçikîne û bibêje ev çi rûreşî bû, ev çi hetîketî bû min anî serê xwe !

Ew ji Erdogan ra, ji dewletê ra çiqasî şelafiyê bikin jî, xwe ji Erdogan ra bikin erd jî ewê rojekê pihînekê li qûna wan xe û wan ji ber deriyê xwe biqewitîne, ji xwe ra hin şelaf û xulamên nuh bibîne.

Tarîxa me şahidê bi sedan trajediyên van şalaf û xayinan e. Lema jî temiya min li we zû dev ji hevalbendî û xulatiya neyarên xwe berdin û vegerin nav qewmê xwe, şeref û heysîyeta însên ji meqam û perê pîs gelkî muhîmtir e

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar