Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
1985-05-17
*Min bi Komîta Nûneran ra civîn çêkir.
Civîn li komela Komkarê bû. Komela Sporê û ya Yekîtiyê nehatin civînê.
Min înformasyon da nûnerên komeleyan. Înformasyona min li ser kar û hetanî nuha
me kiribû.
Ji komela Roja Welat û Botkyrkayê ji her yekê du
kes hatibûn.
Li ser vê, nûnerê KOMKARê xwest ev herdu komel, her yek ne bi du
kesan, bi kesekî beşdarî civînê bibin.Armanca wî ew bû Sidîq Bozarslan ji civînê derxe derve.
Ez ji peyvên nûnerê Komkarê aciz bûm, bela xwe di wan di wan dida. Kesên din jî aciz bûn.
*Îro çûm civîna serokê Nîkaraguayê Danîel Ortega. Lê li Folket Husê cî nemabû, em bernedan hundir. Min pir dixwest lê gudarî bikim. Ortega lîderekî mezin e, Sandînîstan bi micadela xwe ya canfîda dîktatoriya Somoza hilweşandin û hatin ser hukim. Aqûbet li serê me be.
Ez, Husên Aktaş, Betal û Zubêr em çûn bîstekê li qahwê rûniştin, me hinek sohbet kir.
XXX
1987-05-17
Malmîsanij, Reşo Zîlan û Ferhad Şakelî îro li ser lehçeyên kurdî, gelşên nabêna lehçeyan û mişterekiyên wan semîbereke bi baş û bi fêda dan.
Semîner li Stockholmê li Medborgarhusetê bû. Semînerê saet di 13a da dest pê kir. Min semîner îdare kir. Bi texmîna min li dora 40 kesî hebû.
1989-05-17
Min telefonî Ahmedê KUK-Se kir, rewşa Aslan Kaya jê pirsî. Got li xwe mêze nake lema wer xera bûye.
Min got ma em kanin çi bikin?
Got: Ma emê çi bikin, hema halê wî ji wî ra baş e. Qey wer dixwaze lema wer dike.
XXX
2017-05-17
Musta Çetîn, mala xwe, gundê xwe, çiyayên ji hewşa wî jê ve
xuya dikin û coxrafya lê dimîne bi zimanekî şaîrane taswîr kiriye û wek
xalîcceyekê raxistiye.
Nivîs bi tirkî ye, min kir kumancî.
Mala min li dereke bilind e.
Tam li hember, li rojhilat, qotê çiyayê Merto(Sason)yê berfîn, hinekî li çepê
wî(li gorî min)çiyayên Silvîva.
Li bakurê rojhilat Hezro û li pişt wî çiyayên Qulpê.
Tam li bakur Lice û li pisst wê jî çiyayên Çewligê(Bîngolê) yên bi heybet û
berfîn.
Li başûr Batman û çiyayên Stewrê. Û ji pişt malê jî çiyayê Qerejdaxê xuya dike.
Deçt deryayeke hişin e.
Li vir û li wir çîçek û kulîlkên rengorengo xuya dikin…
Êdî sosin, nêrgiz, kirkor û kulîlkên wek wan tunene, lê dîsa jî têrê dike…
Û di ser da jî gulên min yên sor, şîrikî, binefşî û zer…
Ez li dera dinyayê ya herî xweş dijîm….
Li WELATÊ xwe….
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar