Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1985-05-01
Ez û Hêvî û zarok bi hev ra çûn meşa 1ê Gulanê. Federasyon
îsal jî bi VPK(partiya çep)meşiya.
Bi texmîna min li dû bandrola Federesyonê li dora 300 kesî hebû.
YNK bi me ra nemeşiya.
Dunya ewr û sar bû, lê ya baş baran nebarî, em şil nebûn.
Di meşê da Uzêr Al ji min ra got Emîn Surucu li Hollandayê kuştî hatiye dîtin.
Ez matmayî mam û pir li ber ketim.
XXX
1986-05-01
Îro 1ê gulanê ye, roj xweş e, 18 derece germ e.
Em bi zarokan ra çûn meşa 1ê gulanê.
Federasyon bi VPK(Partiya Çep)ra meşiya.
Em jî di binê bandrola Federasyonê da meşiyan.
Meşê ji herêma Mariatorgetê dest pê kir, hat Kungstergardinê.
Me di meşê d abelavoka 1ê gulanê belav kir û kitêba Malmîsanij firot.
XXX
1996-05-01
Di meşa 1ê Gulanê da ez û xanim û zarok bi Sosyaldemokratan
ra meşiyan. Partiya Yekîtiya Sosyalîst a Kurdistanê, avakirina xwe bi
belavokekê îro îlan kir. Di belavokê da dibêjin ewê li Kurdistaneke serbixwe û
demokratîk sosyalîzmê ava bikin.
Di belavokê da tu fikreke, tu dîtinek û siyasetek nuh tune ye. Hemû pesin,
gotinên vala û şablonên kevn ên salên 1980î ne. Di belavokê da meriv ji fikrên
KUKê û YEKBÛNê bêtir, KAWA û TEKOŞÎNê dibîne. KUK û YEKBÛN jî bûne Kawa û
Tekoşîn.
Ez bawer nakim kanibibn bibin qeweteke xurt ya siyasî. Yanî bi baweriya
min ji vê partiyê tiştek dernayê, pir najo ewê bi hev kevin. Her kesê dîsa here
ser koka xwe.
Min nedixwest bi Sosyaldemokratan ra bimeşim, lê ji ber ku min nedixwest bi
Partiya Çep ra bimeşim, ji mecbûrî bi Sosyaldemokratan ra meşiyam. Bêtir jî ji
bo xatirê zarokan çûm, min got bira bibînin, fêr bibin.
Apocî, Federasyon û partiya nuh(PYSK) bi Partiya Çep ra meşiyan.
Tiştê balkêş, belavoka partiya nuh(PYSK) bi tirkî bû. Ji xwe meriv nikane ji
Tekoşînê û ji Kawa tiştekî din bipê. Partiya ku belavoka xwe ya pêşî, ya avabûnê
bi tirkî belav bike jê tu tiştek hasil û havl nabe.
XXX
1997-05-01
Ez îro neçûm meşa 1ê Gulanê. Min bihîst Mehdî Zana tevî meşa Sosyaldemokratan bûye û wek Mîvanê Şerefê peyivîye. Lê qala çi kiriye, çi gotiye ez hîn fêr nebûme.
Mehdî ji bo kurdan tiştekî xerab, ne baş nabêje. Çi gotibe jî baş e. Ev adeteke Sosyaldemokrat e, di 1ê gulanê yekî xerîb, serok û siyasetmedarekî tevgereke azadîxwaz wek Mîvanê Şerefê didin peyivandin.
XXX
1999-05-01
Min çû Abdullah Xefûr dît. Kitêba xwe nîşanî min da. Min got
ez navê gundan yên bi Tirkî nizanim, lema jî nizanim navê wan yê bi kurdî çiye.
Lê ew gundên navên wan bi kurdî nivîsîbûn jî giş çewt bûn, min jê ra giş rast
kirin. Li alî din min got ezê ji birayê xwe lîsta gundên Wêranşarê bixwazim, heger
ji min ra şand ezê kopyekê bidim te.
2001-05-01
Birayê delal, ji bo navê gul û gîhan te ji min alîkarî
xwestiye. Bi hawê te gotiye, yanî gîha û gulên ku sembola kurdan û Kurdistanê
ne ez nizanim û ez bawer nakim ku yên welatên din jî bi vî hawê tu dibêjî
hebin. Bes li her welatî dikane hin kulîlkên pir naskirî hebin. Ez jî li jêr
navê du kulîlk û gîhayekê dişînim.
Sosin: bi tirkî. zambak, bi fransî. lys, iris, bi îngilîzî. Lily.
Beybûn: bi tirkî. papatya, bi fransî. camomille, bi
îngilîzî. chamomile
Helbet ”lale” jî li ba kurdan gelkî meşhûr e. Lale ne bi
tirkî, bi kurdî û farisî ye.
Nefel: bi tirkî yonca (Trifolium). Ev gîhayek e û gelek
babetên wê hene. Wek tu dizanî malperek bi navê ”Nefel”ê heye, tu dikanî li wê
jî binêrî. Edresa Nefelê wiha ye:
Bi silavên dostaniyê bimîne di xweşiyê da
Zinarê Xamo
NOT:
Min ji malperekê ra şandiye, lê nizanim kîjan malper e,
belkî malpereke Dêrikê ya jî Qoserê be.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar