Rast e, carnan di jiyanê da hin tesadufên baş çêdibin, ji meriv ra li hev tê, meriv bi ser dikeve, qezenc dike.
Lê di asasê xwe da tiştê meriv bi ser dixîne, digihîne
zaferê ne tesaduf e, xebat e, ezm û sebat e.
Ji bo ku meriv tiştekî biçîne dibê meriv berê çandibe, ked û
emeg dabe wî erdî. Xwediyê kedê mîrê Misrê ye.
Em bixebitin, em bi hev ra bin, bi tifaq bin zû derebg emê ji xebata xwe mahsûleke baş bigrin.
XXX
Ne sal û umirê meriv, serpêhatî, ketin û rabûn meriv fêr
dike, meriv baqil dike, meriv dike xwedî tecrûbe.
Lê kesên ji serpêhatiyên xwe, ji ketin û rabûnên xwe ders û
ibretê nagirin pir in.
Heger serok û siyasetmedarên me ji tarîx û serpêhatiyên xwe
ders girtibûna hewqasî nediketin gewriya hev, nuha bi hev ra bi tivdîr û bi
tifaq bûn.
XXX
Sûriye, Îraq, Îran û Tirkiye wek keriyên gurên devbixwîn
dora kurdan girtine û her roj dajon ser kurdan, gund û bajarên me bombebaran
dikin, mirovên me bi çolan dixin. Tirkiyê li sê beşên Kurdistanê bîn li kurdan
çikaniye, li hemerî miletê me teroreke nedîtî dide meşandin.
Tirkiyê û Îranê zindanên xwe tije kurd kirine. Sûriye
dixwaze bi birçîbûnê kurdan teslîm bigire.
Partiyên me li hemberî vê êrîşa gurên har hîn jî bêtifaq û
şeqşeq in. Meriv nizane çi bibêje! Bêyî xemgîniyê tiştek ji destê me nayê.
XXX
Rêşad Sorgul vê carê çîroka Qertel û kûsî dixwîne. Bi
zarokên xwe bidin gudarîkirin, bira li macerayên kusî û qertel gudarî bikin.
Lê êdî kitêbê jî bikirin, bira zarokên we van çîrokên mişt
macere bixwînin, jê kêfê û gelek dersan bigrin.
Xemîşokên lawiran zinh û asoya zarokan fire dikin,
qabîlîyeta wan a fantaziyê xurt dike û bi pêş dixe.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar