17 april 2022

Hînbûn bela ye

Hînbûn(xû)him baş e, him xerab e. Baş e, meriv fêrî karekî dibe, wî karî tim dike. Xerab e, meriv pê va tê girêdan, dibe bindest, nikane wî karî neke.

Hînbûn bela ye, qîr e, teniya bi don e, jê xelasbûn pir zahmet û zor e.

Hînbûn piştî demekê ji meriv ra dibe wek tiryakê, meriv dibe mubtelayê tiştê meriv hîn bûye, êdî ji meriv ra bûye xû, meriv nikane bi rehetî dev jê berde.

Ev çend sal in min her sibe dûrikek li ser dila û pêkenînek dinivîsî. Piştî vê nesaxiya min a dawî min do dev jê berda, min got demekê ezê nabênê bidimê.

Lê nuha dema ji xew radibim û dûrikê û pêkenînê nanivîsînim di jiyana xwe da valahiyekê, kêmasiyekê his dikim. Fena ku min kincê xwe li xwe nekiribe, dibê ez kincên xwe li xwe kim, xwe bijdînin.

Ji dilê min, ji nava min hêzek ji min ra dibêje, de dest pê bike, de binivîse.

Hînbûn piştî demekê meriv dike êsîrê xwe, jê xelasbûn zor dibe.
Hînbûna tiştê baş xweş e, baş e, lê hînbûna tiştên xerab jî heye. Çi baş, çi xerab terikandina hînbûnê destpêkê zor e, meriv tim berbî xwe radikşîne.

Lê ez kanim bi xwe, ez tu carî teslîmî xû û hînbûnê nabim. Min cixare jî bi vî hawî terikand. Ezê teslîmî vê hînbûnê jî nebim, dibê ew têkeve bin emrê min, kînga dilê min xwest ezê lê vegerim…

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar