Ev demeke ez hin notên xwe yên salên borî diweşînim. Heta nuha min 98 heb weşandine. Hetanî dawiya salê ewê biqedin.
Bi weşandina van notan tiştekî bala min kişand. Ji tiştên min nivîsîne herî zêde
ji 5-10 tên bîra min. Ew jî ne bi vê tefsîlatê, tenê hin hûrik-mûrik tên bîra min.
Nuha, dema ez van notan dixwînim ez matmayî dimînim,
çimkî zereya(pirîska) piraniya wan ji bin da nayê bîra min. Di hafiza min da ji
wan tu şop nemaye, tu tiştek tune ye. Yanî hafiza însên ji bêjingê jî xerabtir e, serad e.
Ez pir kêxweş im min 6-7 salan rojane nor girtine. Bi xêra wan notan nuha
hafiza min tevradibe, hin tişt tên bîra min. Lê hin tişt jî her çiqasî min
nivîsîne jî nayên bîra min. Di hafiza min da tu şopeke wan tune ye.
XXX
Montaigne: Dixwaze bi gotinê be, dixwaze bi tevgerê be, ez
ji her babetê zorbatiyê nefret dikim.
Ez her tim li hemberî tevgerên bi riya hisîyatan fikrên me
diguherînin rabûme.
Dema min ji nêzîk va bala xwe da kesên mezin tên dîtin, min
fêm kir ku piraniya wan wek her kesî însan in.
Di meqamên bilind da aqilê selîm kêm tê dîtin. Aliyê qiralan
yê min matmayî dihêle, pirbûna hewqas heyranên wan in.
Em her tiştê xwe têxin bin emrê wan, lê belê dibê fikrê me
ji me ra bimîne. Yên li ber wan xwar dibin bira çongên me bin, ne aqilê me.
Werger: Zinarê Xamo
Di nav me kurdan da kesên wiha kêm in. Gelek kes aqilê xwe
jî, fikrê xwe jî, şexsîyeta xwe jî li ber hin kesan pir bi rehetî xwar dikin,
tiştekî di xwe nahêlin, xwe dikin wek telîsekî vala..
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar