Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1986-04-14
Min ji PK Bankenê 10.000 deyn xwestibû.
Ji min ra nameyek şandine, gotine ji ber ku hatine te hindik e em nadin te.
Min telefonî wan kir, min hatine min new ek we nivîsî ye, hinekî zêdetir e.
Gotin ew jî têrê nake, lê heger tu du kefîlan bidî emê bidin te.
Êvarî min telefonî Necdet Gundem û Heyder Diljen kir, min got hal mesele ev e,
gelo hûn ji min ra nabin kefîl ?
Mala wan ava be, herduyan jî qebûl kirin.
Ev du hefte ye destûra min a ajotinê hatiye li postexanê ye. Heqê wê 435 kron bû, lê perê min tunebû herim bigrim. Lema jîmin dev ji ajotinê berda. Piştî perê ji bankê bigrim ewê bîna min were ber min. Ezê hêdî hêdî bi texsîda bidim.
XXX
1986-04-13
Saet di 12.00a da li komelê kongreya Komîteya Partiyê çê bû. 9 kes hazir bûn.
Malmîsanij nehat.
Ez, Ûsif û Biyan bûn endamên komîtê tên esil, Mizgîn jî bû cîgir. Me her yekî 8
ray girt. Fettah endamê komîtê bû, neketê, ez ketim dewsa wî. Wî ray neda me
kesî, ray bi kar neanî. Min nedixwest têkevim komîtê, naxwazim bi hin kesan ra
bixebitim, lê mecbûr mam, nedibû bibêjim ez nakevim komîtê.
Bavê Nazê telefonî min kir, got tu dixwazî têkevî Redaksîyona Berbangê ya na?
Min got erê. Çimkî berê me qerar dabû ezê têkevim Redaksîyona Berbangê.
XXX
1987-04-14
*Nîmet Aydin sibe ewê here Almanyayê, lema nivîsên Armancê yên li ba giş dan min.
*Ez bi Orhan Kotan ra peyivîm, got êdî em nikanin mîzanpaja Armancê çêkin. Ev ne baş bû. Armanc xweşiktir derdiket. Cilo kete milo, dîsa ket hustuyê me. Ji Kurdistan Pressê ez çûm mala Mûrad Ciwan, min got Orhan Kotan dibêje êdî ew nikanin mîzanpaja Armancê çêkin. Ji wir ez û wî em çûn mala Malmêsanij.
*Seîdê cizîrî hatibû Stockholmê. Do min û wî hevdu dît. Em ji dema Sûriyê da hev nas dikin. Em bîstekê li ser meseleyên siyasî peyivîn. Gelekî pesnê apociyan da, di heqê PKKê da pir pozîtîf bû.
Min pê ra guherandineke zêde dît, êdî ne Seîdê berê bû, gelkî nêzî apociyan bûbû. Şerê çekdarî, liberxwedana gerîlla tesîreke mezin li însanan dike.
XXX
1996-04-14
*Rêber çend caran soz da min ewê bihata parabola min çê
bikira lê virek nehat. Çendakî berê carê hat li balkonê mêze kir, got belkî li balkona te
nekşîne, ji bo ku meriv baş bizanibe dibe ya nabe dibê meriv bi makîna kontrolê
biceribîne.
Dûra min çend caran telefonî wî kir, got ezê îro werim, sibe werim lê nehat. Dibê ez yekî din bibînim. Ew jî pêşek pere ye...
Lema jî em li hev napirsin, samîmîyeta me ya berê nemaye.
Lê ji bo xatirê Weysî û Mamoste ez çûm. Xeyda xwe neda der, kêfxweş bû. Me bi nezerê lîst û bîstekê sohbet kir.
Not: Rêber, ez bawer dikim kurdekî ji Lubnanê ye, berê hevalê Selah Bedredîn bû.
XXX
1997-04-14
Ji Kurdistana Başûr dîsa bîna şer tê. PKK û PDK û YNK xwe pir li hev radikşînin,
îhtîmala di nabêna PKKê û wan da şer derkeve heye. Di viya da tiliya tirkan
heye.
PDK û YNK roj bi roj xwe nêzî Tirkiyê dikin, dikevin binê kontrola Tirkiyê. Li
başûr îmkaneka tarîxê bi dest xistine, bi dostî û hevaltiya bi Tirkiyê ra ewê
vê îmkanê ji dest xwe bidin.
Bi vê dostiya bi PDKê û YNKê ra tirk dixwazin vê
îmkana tarîxî ji dest kurdan bigrin. Ji bo ku bigihîjin vê armanca her
fêlbaziyê, her şelafiyê dikin.
Bi tirkmenan û ajanên xwe dezînforsasyonê belav
dikin, tevliheviyê derdixin. Di teşxele, şer hebe ji bo ku xwe li başûr bikin
hêz, li wir bi cî bibin. Dixwazin Kurdistana Başûr bikin Qibrisa duduya.
Lê ya xerab serokên kurdan vê pilan û hedefa tirkan nabînin, wan wek dostên xwe
dibînin. Bi kirinên xwe, bi têkliyên xwe yên bi Tirkiyê ra bingehê ji vê pilana
Tirkiyê ra amade dikin.
Heger wiha dom bike Tirkiye bi riya tirkmenan ewê li Kurdistana Başûr bibe
hêzeke mezin. Ev yek ji bo kurdan malwêranî ye. Serokên kurd yek jî rê li ber bicîbûna
tirkan nagire, giş dixwazin di her warî da têkiliyên xwe bi Tirkiyê ra xurt
bikin. Li başûr hebûn û xurtbûna tirkan zeîfbûna bingehê azadî û serxwebûna
kurda ye.Tirk naxwazin kurd bibin xwedî otonomî jî, dixwazin tiştê kurdan bi
dest xistine xera bikin.
XXX
1997-04-14
Girtiyên doza HADEPê yên ji ber daxistina ala Tirkiyê av çend meh bûn girtî bûn, bêyî du kesan îro hatin berdan. Ez bawer dik 12 hev bûn.
Ji do da ye nivîseke nivîskarê swêdî Artur Lundkvîst(1906-1991) werdigerînim. Nivîs, borşoreke biçûk e, li ser xwendinê ye. Baş diçe. Zimanê wî pir sivik û xweş e. Navê nivîsê bi swêdî "Kan du lasa en bok?", yanî "Ma tu kanî kitêbekê bixwînî?"
Broşor di sala 1945a da hatiye nivîsîn. Ji bo vê broşorê 50 kron heqê nivîsê girtiye.
Artur Lundkviîs nivîskar, werger û rexnegirekî edebîyatê yê baş bû. Endamê Akademîya Swêd bû. Akademîya Swêd Xelata Nobelê belav dike.
XXX
1999-04-14
*Rojen îro dest bi lîstika fûtbolê kir. Ev antramana wî ya
pêşî bû. Him bi kêf bû û him jî bi heyecan bû.
*Nivîsa xanima birayê min Remzîye ya li ser zarokên kurd ên malbatên wan ji
ber şer koçber bûne, çendakî berê Fûad ji min re şandibû, ji bo weşandinê min
îro ji rojnameya Ozgur Polîtîka ra şand. Bi weşînin baş e. Qe nebe miletê bixwîne
*Dewlet nahêle HADEP bîna xwe bigire. Do li Diyarbekrê him nehîştin mitînga xwe çêkin, him jî bi kêmanî hezar kes girtin, avêtin bin kilîtê.
XXX
2018-04-18
Apê Zinar te nivîske li ser blogê belav kiriye. Ev tişta te
kiriye, ne tiştekî exlaqî ye. Me ji raya giştî re tu daxuyanî nedaye, loma ne
maqûl e em ji raya giştî re sedema derengketinê îzeh bikin, heger tu sedema wê
jidil meraq dikî, te karîbû bi meîlekê sebeba wê bipirsiya. Ev kirin ne exlaqî
ye ji ber ku agahiyên me bi taybetî bi te re parve kirine (navê kovarê, cureyê
wê hwd), lê bêyî destûra me, bêyî em van agahiyan bi raya giştî re parve bikin,
tu radibî wan bi raya giştî re parve dikî. Me ev yek ji te hêvî nedikir.
Silav û rêz.
XXX
Umran merheba !
Umran, bi nivîsa xwe min tu bêexlaqî nekiriye û ji we ra jî tu tiştekî
xerab û ne li rê û negotiye.
Min gotiye çima hûn nivîskarên xwe, raya giştî agahdar nakin. Derketina kovara
Kund ne tiştekî bi dizî ye, ne tiştekî şexsî di nabêna min û we tenê da
ye. Ne sirekî ez tenê jê haydar im.
Gelek kesên din jî zanin. Hinekan di blog û di medyaya sosyal da nivîsîn,
gotin "kovara Kund jî" dernekt.
Û ji xwe we ji min ra negot dibê ez qala kovara Kund nekim. Berê jî min kanîbû
di bloga xwe da mizgîniya derketina Kund bida xwendevanên xwe. Çimkî derketina
kovarekê ne sir e, meriv dixwaze her kes bibihîze.
Ya din çima tim ezê bipirsim?
Ma wek kovara berpirsiyariyeke we jî tuneye?
Min du sê caran pirsî, êdî min dev jê berda.
We tarîxek da, dû ra we got di nêz da…
Lê we bi xwe tu carî ez agahdar nekirim. We negot çima di Newrozê da
derneket?
Ma ne dibê we nivîskarê xwe agahdar bikira, bigota çima derneket û ewê kînga
derkeve?
Min ev kêmasiya we rexe kiriye. Ev ne bêexlaqî ye û ne jî îfşakirina sirekî ye…
Bi baweriya min di qehra xwe da tu neheq î, ji dêlî hûn kêmasiya xwe qebûl
bikin, tu min rexne dikî, dibêjî tiştê min kiriye ne exlaqî ye û te tiştekî
wiha ji min nedipa.
Fena ku min sşcek kiribe…
Min rexneyeke pozîtîf li we girtiye, min gotiye dibê wiha nebe…
Bi dîtina min rexneya min di cî da ye û dibê hûn xwe aciz nekin, min tu neheqî
li we nekiriye, ez dixwazim hûn karê xwe cidî bigrin. Rexneya min, gazina min
ji ber vê ye.
Gelek silavln biratiyê li we hemûyan
Zinarê Xamo
Stockholm
2018-04-13
XXX
2018-04-13
Rast e her kes dixwaze xebera derketina kovarê belav bike, lê berî ku em belav
bikin divê te belav nekiriba, me tu daxuyanî nedaye raya giştî ku em ji wan re
îzahekê bikin. Lê belê me karîbû xeber bidaya te, ji vê hêlê de tu mafdar î.
Û
te ji me re got Wê kengî derkeve?, heger te sebeba dereng derketinê bipirsiya
me yê bigota Ji ber ku hinek nivîsên em li bendê bûn gelekî dereng hatin ji ber
wê, û nuha kovar li mîzanpajê ye.
Jixwe ji ber ihtîmalên pirsgirêkan me raya
giştî agahdar nekir da ku em nebin derewçîn. Erê divê em karê xwe cidî bigirin,
lê bi me cidîyet ew e piştî kovar derket li gor perîyoda xwe dewam bike, hê ku
derneketibe, ne xisareke mezin e.
Silav û hurmet
XXX
Careke din spas ji bo bersîvê û agahiyên we dane
Ez bawer dikim me ji hev fêm kir, ne hewce ye em zêde dirêj bikin.
Ji bo min mesele hatiye fêmkirin.
Bi baweriya min dibê meriv nivîsên dereng mane neweşîne, dibê însan fêrî
disîplînê bibin. Di karekî da şertê serketinê û îstîkrarê yê esasî ye
disîplîn e, deqîqbûn e. Ez bi xwe pir girîngiyê didim vê meselê.
Gerek kovarek li bende nivîsa tu kesî nemîne, kî dibe bila
bibe dibê nivîsa xwe di wextê da bişîne.
Ya din jî heger hûn bixwazin û maqûl bibînin hûn kanin
wê nivîsa min û van e-mailên me jî biweşînin. Yanî ji bo min tu
mahsûr tuneye. Hûn kanin min rexne jî bikin....
Heger hûn ji min aciz bûne hûn kanin nivîsa min nete neweşînin jî. Ez qet
xwe naxeyidînim. Dîsa jî madî manewî çi ji destê min were ezê alîkariya we
bikim. Ev li gorî daxwaza we ye.
Gelek silavên dostaniyê li we hemûyan
Zinarê Xamo
Stockholm
2018-04-13
XXx
2020-04-14 21
Necatê hêja merheba! Xortê hêja, bi baweriya min tu
xwe tevî teşxeleya Şivan Perwer nekî baştir e. Tu çiqasî xwe ji minaqaşeyên
siyasî biparêzî ji te ra baş e.
Di mesela zewaca bi misilmanan ra êzdî ne wek
miletên din in û tiştekî wer qet qebûl nakin û pir jî pê diêşin. Daxwazeke wiha
wek tecawiza namûsa xwe dibînin. Şivan jî ne dîwarekî saxlem e.
Helbet heqê wî
jî heye fikirê xwe bibêje, ne bi wê uslûbê. Ez ji te hez dikim. Bi ya min tu
xwe tevî vê minaqeşê nekî çêtir e. Kesên cahil, yên gotinên xwe nizanin pir in.
Lê dîsa jî tu zanî
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar