12 april 2022

Çend rêz ji bîranînên min -90-

Weşandina hin notên xwe yên rojane û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.

XXX
1986-04-12
Bavê Nazê ji mala Sadedîn Mele telefonî min kir, xwest ez herim nivîsên romana wî bixwînim, fikrê xwe bibêjim.
Îro şemî ye, min got belkî ez li malê hinekî rehet bikim, lê va ye dîsa karek derket. Saet 12.30î da gihîştim mala Seîd. Min dest bi xwendinê kir, şaşiyên zimên jê ra got, hinek rast kirin.

Êvarî Hemîdê Deqorî hat wir. Sohbet geriya, geriya hat ser siyasetê. Bavê Nazê û Hemîd pir avêtin ji partiyan da, gotin we tişt nekiriye.
Bavê Nazê got, ”hûn ne şoreşger in, heqê we tuneye hûn ji xwe ra bibêjin em şoreşger in. Merivên şoreşger dibê li welatê xwe bin, neyê Ewrûpayê. Ji Ewrûpayê ûn nikanin tu şoreşan çêkin.”
Ez li dijî vê fikra wan derketim, min got ez wek we nafikirim. Kes ji kêfî nehatiye Ewrûpayê, em mecbûr mane birevin. Saet 12ê şevê gihîştim malê. Poşman bûm çûm. Ji dêlî kêfê, bi qahr vegeriyam mal.
Xanimê got Mamoste Nûjen, Şervan Buyukkaya û yekî din telfon kirine.

XXX
1987-04-12

Remzî Kerîm hevpeyvîna bi Mueyid Teyib ra çêkiriye da min. Hevpeyvîneke pir baş e. Emê di Armancê da biweşînin.
Bi baweriya min Mueyid şairekî pir baş e. Lê zêde nanivîsîne, hinekî xemsar e. Dibê meriv meriv hinekî zorê bidê. Her cara em tên ba hev, li mala wî bi hev ra vedixun, ez tim jê ra dibêjim binivîsîne. 

XXX
1999-04-12

*Kongreya Federasyonê qediya. Ez neçûbûmê. Federasyon ne ya 10-15 sal berê ye, wek berê ne serbixwe ye.

Tiştê min bihîst dîsa kesên berê ketine komîta karger û Keya Îzol jî dîsa bûye serok.

Keya hinekî bêdil bû, digot belkî ez dev jê berdim. Lê wa ye dîsa serokatî qebûl kiriye.

PDKê bêyî hevalên xwe yên berê merivekî xwe yê din jî xistiye komîtê. Yanî Federasyon hinekî din jî ketiye bin kontrola PDKê. Ev ne rast e. Gerek Federasyon serbixwe be, nekeve bin kontrola tu partiyê.

*Îro wexta Rojen li ba logopedê hebû. Xanima logoped got li gor cara berê zimanê wî baştir bûye, herfên wek “ş” û “r” baştir dibêje. Ev jî pêşveçûneke baş e.

Zimanê sê zarokên me jî hinekî giran e, bi wan ra kekezî heye. Serhat tenê ev problema wî tune ye.

Ev problem ji alî dê tê, di malbata xezûrê min da ev promlem heye. Piraniya zarokên wan kekez in. Bi xanima min ra jî heye, lê hindik e, dema diqehere, hêrs dibe xuya dike.

Li nexweşxanê ez rastî Vahap Serîn hatim. Got çavê min diêşe, ez hatime ser tixtor. Me li ser niga hinekî sohbet kir. Min got di wan heyşt nuxteyên Ocalan da sinyalên nebaş hene, wan gotinên wî meriv ditirsîne, fena ku bi hawakî sergirtî  ji hevalên xwe ra dibêje sîlehên xwe deynin.

Vahap îtîrazî şirovekirina min nekir, got :

“ Dema bibe îtîrafçî kes lê guhdarî nake, di vî warî da biryara komîta merkezî heye.”

*Çend roj berê Fûadê me raporeke xanima xwe Remzîyê ya  li ser zarokên kurd hazir kiribû, ji bo ku ez di derekê da bidim weşandin bi faksê şandibû ciyê karê min.

Remziyê ev rapora xwe di 4ê Sibata 1998an da, li Anqerê pêşkêşî Kongra Perwerdekariya Demokratîk kiriye.

Nuha jî dixwaze di derkê da were weşandin.

Min îşev jê ra got ez difikirim ji rojnameya Ozgur Polîtîka ra bişînim. Îcar ewê biweşînîn ya na ez nizanim. Lê min nexwest bêyî ji we bipirsim, bişînim. Got bişîne.

Rapora wê ne xerab e, gelkî serê xwe pê ra  êşandiye.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar