Meriv di seranserê jiyana xwe da carê tenê extiyar, kal û pîr dibe. Ji bo wê jî dibê meriv heqê umrê xwe(temenê xwe) bide, li gorî umrê xwe tev bigere, bipeyive.
Dibê xelk û alem bibîne meriv ne zarok e, ne yekî/yeka 16-17
salî ye. Cahilîya kal û pîran wek ya zarok û xortan xweş nayê dîtin.
Gerek xelk ji meriv ra nebêje ma qey te porê xwe li êş sipî kiriye ?
XXX
Kant: Însan yekane
mexlûqê dibê were perwerde kirin.
Kant: Merivê kamil ne yê zarşîrîn e, merivê tiştê dibêje dike û tiştê kane bike
dibêje.
Kant: Merivê xurt(bi qewet) kane zora merivê zeîf bibe. Lê
belê dibê ji bîr neke her tim merivekî ji wî bi qewttir heye.
Merivên ji Pûtîn û Erdogan xurttir, bi qetir hene, lê dengên
xwe nakin. Dema xurt dibînin yên ji wan xurttir bêdeng in bêtir diazirin, har
dibin.
Jean Paul Sartre: Azadî barekî li ser milê însên e. Çimkî
azadî bi xwe ra berpirsiyariyê, sûc û cezê tîne. Lê azadî dîsa jî çavkaniya
esaleta însên ya sereke ye.
Jixwe ji bo wê ye em kurd jî ji bo azadiya xwe, ji bo azadiya miletê xwe û
welatê xwe şer dikin û bedelekî pir mezin didin.
Jean Paul Sartre: Tenê di însên da hebûn berî şexsîyetê tê.
Berê însan heye, dûra dibe viya ya jî wiya, bi vî hawî, ya jî bi wî hawî
şiklekî digre. Çimkî hundurê xwe, şexsîyeta xwe bi xwe dixuliqîne.
Rast e, qerekter, şexsîyet ne ji makzayî da ye, însan bi xwe
çêdike.
Kafka: Du gunehên însên ên tên zanîn hene, yên din giş ji
van sadir dibin: Bêsebrî û tiralî(tembelî).
Ji ber bêsebriya xwe ji Bihuştê hatin avêtin û ji ber
tiraliya(tembelîya) xwe jî nikanin vegerin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar