Yê zabit ji hevalê xwe ra got:
-Piştî 40 salî min fêm kir jiyana leşkeriyê ne li gorî min
e.
Hevalê wî got:
-Ê dema te fêm kir te çi kir?
-Min tiştek ne kir, êdî pir dereng bû. Çimkî ez bûbûm
general.
Daxwaz
Diya lawikê biçûk wê êvarê ne li mal bû, diya xwe dabû ber
lawê xwe. Bi şev wexta raketina lîwik hat. Pîrê lawik bi delalî kir himêza xwe,
bir xist nav nivîna û dest bi tepandinê û nuhurandinê kir. Yek qedandin, yeka
din bi ser xist. Ew qedandin, dest bi yeka din kir.
Lîwik hew debar kir, jê ra got:
-Pîrê, ji bo xatirê Xwedê bes binuhurîne, bihêle ez ji xwe
ra rakevim...
Tahsîl û toz
Xanima malê ban keçika xizmetkar kir, bi xeyd jê ra got:
-Maneya vê çi ye Zînê? Hela carê bala xwe bide vê toza ser
masê, ez kanim navê xwe li ser binivîsînim.
Keçikê got:
-Tahsîl tiştekî din e ezbenî...
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar