2016-02-29
Merheba Zekî!*
Min li ser xwe çend tişt li hev
ragirtin. Bi wan ra ez çend lînkên hevpeyvînên bi min ra çêkirine jî ji te ra
dişînim. Tu dikanî li wan jî binêrî.
Lê heger hûn dixwazin hin tiştên din jî bipirsin, wê demê pirsên xwe bişînin ezê bersîvê
bidim.
– Ez ji Wêranşara qeza Ruhayê me. Li wir di sala 1950î da hatime dinê û heta 30 saliya xwe li wir jiya me. Û ev 36 sal in jî li Swêd dimînim.
– Sinetê min pêlavçêkir yanî qonderecîtî ye, heta salên
1972-1973- an jî min qonderecîtî dikir.
Di nabêna salên 1971-1972a da çûm Stenbolê û salekê jî li wir xebitîm, min qonderecîtî kir.
Dûra vegeriyam
Wêranşarê.
Bi destpêkirina siyasetê ra min dev ji karê xwe berda.
Ji salên 1973 û vir da ye bi rengekî aktîv di nava xebata siyasî da me.
– Min di nav partiya Dr. Şivan û piştra jî di nav DDKDê
da dest bi siyasetê kir û heta van salên dawiyê jî wiha mam. Tu carî nebûm
hevalê partiyeke din.
Lê nuha ne endamê tu pariyê me û bi tu rêxistinê ra naxebitim.
– Ez qet neçûme dibistanê, xwendin û nivîsandinê ez xwe bi
xwe fêr bûme. Ez ji derva ketime îmtîhanan û min dîplomayên dibistana seretayî(dibistana
destpêkê) û ya navîn(dibistana navîn, orta okul) ji derve girtiye.
– Du kitêbên min Hindik-Rindik (pêkenîn) û Antolojiya
çîrokên zarokan derketine.
– Bêyî van herdu berheman, ji swêdî jî min romaneke Susanna
Tamaro (Bide dû dilê xwe) wergerandiye kurdî û weşanxaneya Dozê weşand.
– Ji salên 1980î û vir da min di gelek rojname, kovar û
malperên kurdî da nivîsîye û di hinekan da jî (Armanc, Berbang, Hêvî, Hêlîn, Netkurd)
endametiya redaksiyonê û redaktorî kiriye.
-Di orta salên 1980î da demeke kin(1985) bûm serokê Federasyona Komeleyên Kurdistanê
li Swêd.
Min salekê(2014) serokatiya Komeleya Nivîskarên Kurd kir.
-Ji sala 2007a û vir da ye blogeke min bi navê ”Hindik-Rindik” heye , ez her
roj nivîsekê, du nivîsan û carnanan jî
4-5 nivîsan dinivîsînim.
Heta nuha min 3387 meqale nivîsîne.
-Ev 8 sal in Facebooke min jî heye û di wê da jî her roj dinivîsînim.
– Ez 66 salî me, zewicî me û çar zarokên min, 3 lawik û
keçikek (Azad, Rûken, Serhat Arda û Rojen) hene.
– Ev 36 sal in ez li Swêd li bajarê Stockholmê dijîm. Ez li
dahîreyeke dewletê(Försäkringskassan) kar dikim.
– Bi kurtî jiyana min ya Swêd pir monoton, feqîr û sînorkirî ye. Ji bo ku
kanibim debara xwe ya şexsî bikim her roj 10 saetên min li kar û çûn û hatinê
diçe. Û bi şev jî 2-3 saetan hin tiştan dixwînim û dinivîsînim.
*Zekî kî ye, li ser avê çi bi min ra ev hevpeyvîn kiriye
nayê bîra min.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar