Terorîstan vêsê berbangê 12 rakêt avêtine ji çend ciyên
Hewlêrê da. Di hedefa terorîstan da Konsolosxaneya Amerîkayê jî heye.
Avahiya
Telewîzyona Kurdistan24ê jî zirareke mezin dîtiye. Tê gotin zirareke canî tune
ye.
Ev karê dewletan e, dewlet li pişt êrîşên wiha ne. Heta li herêmê dewletên terorîst û xwedî çete û terorîst hebin teror nasekine.
Ev dewletên terorîst û xwedî terorîst bi rû bi kurdan ra dost in, lê di bin ra gorra kurdan dikolin, rakêtan davêjin ji kurdan da. Terorîstan çekdar dikin û berda kurdan didin.Hin berpirsên amerîkî gotine rakêt ji alî Îranê ve hatine
avêtin. Qenaeta min jî ew e, ev îşê Îran ye.
XXX
Meriv wer bawer dikir piştî Şerê Cîhanê yê Duduya hişê
ewrûpîyan hatiye serê wan, baqil bûne, ewê hev hevdu bikujin, hew xwîna hev
biherikînin, hew bajarên hev, welatên hev wêran bikin.
Lê bi şerê Balkanan û nuha jî bi şerê Ûkraynayê derket
ortê ev bawerî şaş bûye, ewrûpî hîn baş baqil nebûne.
Tiştê Rûsya li Ûkraynayê wahşet e, ne karê aqil e, tu ferq
ji şerê Daîşê û Sûriyê tuneye.
Daîşê li Sûriyê, li Kobanê, li Mûsilê çi kir, rûs jî eynî
wahşetê li Ûkraynayê dikin.
Heyf, dibê kesên dora Pûtîn ev wahşet qebûl nekirina. Wer
xuya ye ewê Ûkraynayê bi piranî wêran bikin, lê belê ev barbarî ewê li ser wan
jî pir biha rûne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar