Xortekî yahûdî di zewacê da bêbiryar bû, geh dixwest bizewice, geh nedixwst. Her roj ji Xwedê ra dua dikir, digot:
-Ya Rebî ez tu carî nezewicim ! Heger zewicîm nexapim ! Heger
xapîyam nizanibim !
Heger zanibim guh nedimê !
Ewê çi bimîne?
Mamoste di dersa matamatîkê da ji Sosina biçûk pirsî, got:
-Du sêvên min ên şekirî hene, ez yekê bidim te û yekê jî
bidim Sêvdîn ewê çi bimîne?
Sosinê got:
-Emê sêvên şekirî bixwin, ewê tenê du darik bimînin!
Ji kerema xwe
Derengê şevê bû, mêrik diçû mala xwe. Yekî riya wî birrî, jê
ra got:
-Hela deqakê raweste! Tu boksê, kareteyê zanî?
Mêrik got:
-Na heyra, ez û wan tiştan, ez ne boksê zanim, ne jî karate
yê.
-Pir baş e. Bi te ra kêr, sîleh heye ?
-Na tune ye. Ji bo çi tu van sewalan ji min dikî?
-Ê wê demê ji kerema xwe kanê cuzdanê xwe bide !
Evîn
Mêrik yekî pir zengîn bû, rojekê bi murûzekî xembar, bi
kelogirî ji xanima xwe ra got:
-Delala min, xebereke min a pir ne xweş ji te ra heye. Min
mala xwe şewitand, serweta min hemû ji dest min çû, ez rût bûm.
Jinikê got:
-Tişt nabe, qet xema nexwe. Evîna min a ji te ra pir mezin
e, piştî ez terka te bikim jî ewê dom bike.
Parsek û esilzade
Yê parsek li kuçê destê xwe li ber esilzadeyekî vegirt, jê
sedeqeyek xwest.
Yê esilzade got:
-Ez tu carî li kuçê pera nadim kesî.
Parsek got:
-Ê tu dibê ez çi bikim, ez buroyekê vekim?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar