Bawer bikin êdî ez bi zor xwe radigrim, ji derdê hin kesan hindik maye ez dev ji nivîsîndinê berdim, bibêjim bavo ev kar ji min ra nelazim e û ji xwe ra li malika xwe rûnim û rehet bikim.
Di kurmancî da gelek devok û sînonîm hene, hin tişt, hin gotin hene
çend sînonîmên wan hene, li her herêmekê bi hawakî tê gotin.
Her kes her
sînonîmê, her devokê nizane. Ji hin kesan wetnê devoka wî ayeta Quranê ye,
ew tenê rast e, sînonîmên din giş şaş in, lema jî dibê her kes wek ew dixwaze
binivîsîne, peyvên, sînonîmên devoka wî bi kar bîne.
Yaho ez çi dinivîsînim tu hew mêze dikî ”fîlologek”,
”lînguîstek” (!) ewê destê xwe bilind bike, bibêje:
-Hop hop, te şaş nivîsîye, ev gotin bi erebî ye, kurdiya wê wiha ye, li herêma
me wiha dibêjin.
Tu dibêjî mange, dibêje şaş e, dibê tu bibêjî çêlek.
Tu dibêjî çong, dibêje şaş e, navê wê çok e.
Tu dibêjî kitêb, dibêje şaş e, navê wê pirtûk e.
Tu dibêjî tîyatro, dibêje şaş e, navê wê şano ye.
Tu dibêjî îtxalat, dibêje şaş e, navê wê hawirde ye
Tu dibêjî îxracat, dibêje şaş e, navê wê hinarde ye.
Tu dibêjî edebîyat, dibêje şaş e, gerek tu bibêjî wêje.
Tu dibêjî por, dibêje şaş e, em jê ra dibêjin pirç, pirça serê min.
Tu dibêjî ders, dibêja na ne ders, wane, bi kurdî wane ye...
Welhasilî kelam lîste pir dirêj e, dawî nayê…
Meriv dîn dibe, ne yek e, ne du ye.
Ne careke, ne du car e, ne sê car e. Êdî meriv ji canê meriv bêzar dikin. Yên dibêjin
jî bi tiştekî nizanin, ji xwe zanibe, haya wî ji zimên hebe bi wî rengî
hilnapereke ruyê te!
Meriv dîn dibe. Ev nexweşî tenê li ba me heye.
Li ba tirkan û swêdiyan tiştekî wiha tune ye. Kes ji bo gotineke biyanî bela
xwe di kesî nade.
Meriv ji nivîskarekî ra nabêje çima te ev gotin bi kar anîye, çima tu wiha
nanivîsîne?
Ya jî çima tu vê gotinê bi kar nayne?
Ev tiştekî pir anormal e!
Tiştê tê rexnekirin ne şaşiyên îmlayê û gramerê ne, peyvên erebî ne.
Însan bi tirkî, bi swêdî di nivîsên xwe da kîjan gotinê bi kar tînin di medyaya
sosyal da kes ji wan ra nabêje, çima te ev gotin bi kar aniye?
Ya jî ev gotin ne bi tirkî ye, ne bi swêdî ye, dibê tu gotinên biyanî bi kar
neynî !
Ez bi swêdî, tirkî jî zanim û di medyaya sosyal da van zimanan taqîb jî dikim.
Min qet nedîtiye swêdî û tirk minaqaşeya tiştekî wiha bikin, gotinan pêşniyarî
însanan, nivîskaran bikin.
Lê hin kurdên zimandirêj bûne bekçiyê kurmancî, hal û karê wan di medyaya
sosyal da bi mercekê li gotinên erebî digerin û şîreta li xelkê dikin, dibêjin ev gotin şaş e, ne
wiha, dibê tu wiha binivîsînî, dibê tu ne vê gotinê, vê gotinê bi kar bînî !
Filan peyv bi erebî ye, eva hanê bi "kurdîya resen e", gerek tu wê bi kar bînî.
Wek her tiştê kurdan nivîskarî û nivîsîna bi kurdî jî derd
e, xeêk meriv merezarî dike.
Carnan ez dibêjim ji derdê hin kurdan ezê dev ji
nivîsînê berdim, lê ez nikanim bi xwe, destê min ji kurmancîya şîrîn nabe.
Nivîsandina bi kurmancî dilê min şa dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar