22 februari 2022

Xewna li ser dîwanê

Min nuha xewneke pir ecêb dît.
Piştî min xurîniya xwe kir, di netê da ez rastî nivîsa Seydo Seydo ya li ser dîtina çîrok orjînala destnivîsa Ehmedê Xanî ya Mem û Zînê(Beyta zêde) hatim, min bi meraq xwend.

Min him dixwend, him jî pê ra ketibûm xem û xeyalan, min li wî û li sohbeta kalê destnivîs dabû wî gudarî dikir.
Piştî min nivîs qedand, min xwe li ser dîwanê dirêj kir û bi wan xeyalan di xew ra çûm.

Min dît kalekî rîsipî li malekê ji me ra şiîr dixwend. Keçikek jî li ba me hebû, wê jî li kalo gudarî dikir. Qey pir di bin tesîra şiîrê da ma ricifî, ricifî û dest bi girî kir, kûrr û kûrr giriya.

Bi giriyê wê ra du keçikên biçûk hatin alîkariyê. Zarokên biçûk bûn. Şiklê wan, kerasên wan dişibiya yên zarokên Wêranşarê, ew his bi min ra çêbû. Min ji yekê pirsî, min got delala min, tu çend salî yî?
-Got:
-Ez 5 salî me.
Min got:
-Tu ji ku ye?
-Got:
-Ez Rihayê me.
Min ji ya din pirsî, gelo ew ji ku ye? Wê jî got ew jî ji Rihayê ye.
Min got:
-Wey li min, ez jî ji Wêranşarê me, hela werin himêza min.
Min herdu himzêz kirin, ruyê wan maçî kir, bi wan şa bûm û bû îskîniya min, ez girîyam.
Herduyan xwe li min pêçan, wan jî dest bi girî kirin, em bi ser hev da kûrr kûrr giriyan û giriyan.
Kalo destê xwe di pişta min dida, dixwest min aş bike, ez bi xwe hesiyam…
Rabûm li ber kompîtorê rûniştim û min ev xewna xwe jî li xewna Seydo Seydo zêde kir û ji we ra nivîsî.

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar