Jinikê gazinên xwe bi hevala xwe dikir, derdê mêrê xwe jê ra digot:
-Xwişka min, ez nizanim ez çi bikim. Piştî 9 zarokên me çêbûne, mêrê min ji
min ra dibêje, min tu carî ji te hez nekiriye!
Hevala wê got:
-Ê şikir bike ku ji te hez nekiriye, heger ji te hez bikira nuha çend
zarokên we hebûn !
Silav
Du leşker derketibûn îzna çarşiyê, bi hev ra pîyase dikirin. Qamyonek di
ber wan ra derbas bû. Yek hema di cî da sekinî û silav da qamyonê.
Hevalê wî matmayî ma, got:
-Ji bo çi te wiha kir ?
Yê silav da got:
-Ma qey te nedît, li ser General Motors nivîsî bû.
Bilindayî
Mêrik dema qala tiştekî dikir tim çavên xwe digirt. Hevalê wî jê ra got:
-Li qusûra min nenêre, ezê tiştekî ji te bipirsim. Dema tu dipeyive çima tu
çavên xwe digre?
Mêrik got:
-Ji ber ku ez qala tiştên pir bilind dikim, ji jor da newêrim li jêr
binêrim, dewxa min dihere.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar