Îro li Stenbolê mahkima Osman Kavala bû. Mahkimê dîsa Osman Kala berat nekir, biryar da wî girtî mahkima bike.
Komîteya Wezîran a Komîsyona Ewropayê gotibû heger Osman
Kavala hetanî 19ê Çile(19/1)neyê berdan ewê Tirkiyê ceza bike. Îro 10 sibatê
ye, lê heta nuha jî tu jahr belav nekirine, tu ceza meza nedane Tirkiyê.
Erdogan van ewrûpiyên tirsonek, bizok, bêzirav û oportunîst baş nas dike, lema filisekî xwe jî di biryarên wan, di gefên wan nade...
Çimkî Erdogan zane vana fisek in(nêwerek in, ji xwe ne bawer
in), newêrin tu ceza mezayî bidin Tirkiyê. Çi biryarê bigrin jî newêrin têxin
praktîkê, ewê tim di bin ra xwe bavêjin dexlê wî, wî bertîl bikin, jê rica
bikin.
Di mesela Osman Kavala û Selhedîn Demirtaş da hemû dezgehên
Yekîtiya Ewrûpayê xwe pûç kirin, xwe rezîl û riswa kirin.
XXX
Li gorî Ofîsa Îstatîstîkê ya Yekîtiya Ewrûpayê(Eurostat) li
Tirkiyê ji sedî 35ê însanan îmkana wan a kirîna otomobîlekê tuneye. Li Tirkiyê
ji 1000 kesî 150 kes xwedî otomobîl in.
Di nav 35 welatên Ewrûpayê da Tirkiye di warê feqîriyê da di
rêza herî dawî da ye, tenê Arnawût ji Tirkiyê xerabtir e.
Ne di vî warî da tenê, di nav 35 welatên Ewrûpa da Tirkiye
di her warî da welatê herî xerab, herî paşdameyî ye, herî birçî ye.
Lê tirk û arnawut ne hewceye îmkana wan a kirîna otomobîlê
hebe, otomobîlên ewrûpiyan giş yên wan in, dizên herdu welatan jî di diziya
ptomobîlan da meşûr in, mehê bi hezaran erabeyê ji Ewrûpayê didizin, dibin
Tirkiyê pîlaqe û tişt miştên wan diguherînin û difroşin.
Diyar e haya Eurostatê ji vê diziya tirkan tune ye, piraniya
tirkan perê xwe di erebeyên nuh nadin, ji dizên xwe dikirin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar