Weşandina hin not û nivîsên xwe yên kevn didomînim. Min got bira wenda nebin. Ew jî tarîxeke. Do ez çi bû me, çi fikirî me bira were zanîn.
XXX
1988-02-19
Komeleya Jinan li Stockholmê li Meydana Sergelstorgetê ji bo piştgiriya girtiyên zindana Diyarbekrê grewa rûniştinê çêkir. Radyoya Merheba xebera wê da. Tirk zû bi zû qala xebat û protestoyên kurdan nakin, lê vê carê kirin. Belkî bi bo xatirê jinan kirin.
XXX
1996-02-19
*Îşev şeva Eydiya Remezanê ye. Min telefonî diya xwe û mala birayê
xwe Fûad kir. Bi diya xwe ra û bi pîreka Fûad Remzîyeyê ra peyivîm.
Fûad ne li
malê bû. Esas min nizanîbû sibe Eydî ye. Ez îro li mala Elîşêr(Zîya Avci)pê
hesiyam.
Mala Yildiz xanimê ava be, wê got. Sirgûnê em ne tenê ji welatê me, ji
urf ûadetên me, ji kultura me jî dûr xistiye, me êdî eydî meydî ji bîr kiriye.
1997-02-19
1999-02-19
Îro piştî kar çûm komela apociyan, me hinkî sohbet kir. Îro
jî grûbekê avahiya Koma Miletan çend seetan îşxal kir, ji Serokê Koma Miletan
Kofî Annan bi faksê soz girtin ku ewê sibe mesela Abdullah Ocalan bigrin rojeva
xwe û li ser bipeyin.
Xwedêgiravî ewê zextê bidin ser Tirkiyê ji bo ku tadê li
Abdullah Ocalan nekin û mahkima wî jî bi hawakî adil û vekirî were kirin.
Li her çar perçên Kurdistanê û li seranserê dinyayê meş û
liberxwedan berdewam in, kurd baş li ber xwe didin. Bi taybetî jî ji Kurdistana
Îranê xeberên baş tên, lê hemû bajarên Kurdistana Îranê kurd rabûne ser piyan.
Li Lubnanê hewetinê. Li gelek bajarên Tirkiyê û li Kurdistanê milet bi mêranî
li ber xwe dide û li gelek deran jî kuştî hene.
Îxaneta hikûmeta Yûnanîstanê jî hêdî hêdî eşkere dibe. Him
beyanên merivê îstîxbarataYûnançstanê yê li Sefareta Kenyayê bi xwe û him jî ew
kesên bi A. Ocalan ra bûne dibêjin çawa bi zor birine ew teslîmî Tirkan kirine.
Serokê Îstîxbarata Yûnanîstanê bi telefonê bi merivê xwe yê li wir ra peyivîye,
gotiye bixapînin, dema nexapiya, bi zor derxin, dema ew jî nebû derman têkin
xwarina wî. Ev axaftina di nabêna wan da di rojnameyeke Yûnanî da hatiye weşandin.
Tirkan qala vê xeberê kirin.
Sibe seet di donzdan da meşeke tê çêkirin. Hêvî dikim bê teşxele
derbas bibe.
XXX
2000-02-19
Dewlet van rojanan gelkî diçe ser HADEPê. Îro reyisê
belediya Diyarbekrê û Sêrtê bi şiklekî terorîstwarî girtin û emrê girtina yê
Bîngolê jî dana.
Îddîa wan ewe ku van kesan alîkariya PKkê kirine, ketine civînên wan yên li der
û hundur û di warê ekonomîk da jî hin îmkanên belediyan xwedêgiravî pêşkeêşî
PKKê kirine.
Helbet vana giştik derew û mahne ne.
Sebebê esasî dixwazin di warê siyasî da
wan teslîm bigrin û bikin mamûrê dewletê.
Çimkî van serokên belediyan di warê siyasî da nuha roleke gelkî mezin dilîzin,
heyetên Ewrûpiyan yek li pê yekê diçin ba wan û ji bo çareserkirina mesala kurd
bîr û raya wan digrin. Ev yek jî dewletê gelkî aciz dike.
Lema jî bi metodên wisa dixwazin çavên wan bitirsînin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar