Mahkima dewleta dagirker a Diyarbekrê îro 7 sal 6 meh cezayê hefsê daye Dayika Aştiyê Meqbûle Ozbeka 72 salî.
Hûn barbar in !
Hûn û edaleta we qurişekî jî nakin.
Mahkimeyeke cidî, bi rastî mahkime bi dereweke hewqasî mezin 7 sal û 6 meh ceza nade jineke 72 salî.
Ev zulm ewê ji we ra nemîne, rojekê hûnê hesabê zulma xwe bidin.
XXX
Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê ji ber ku Tirkiyê
biryara Mahkima Mafê Mirovan a Ewrûpa ya di heqê Osman Kavala da bicî neaniye
merheleya îhlalê daye destpêkirin.
Tirkiye bi biryarên wiha nayê rê, bi hezaran êsîrên girtine bernade. Cezayê
pera, cemidandina endametiyê ya jî derxistina ji endametiya Konseya Ewrûpayê ji
bo Erdogan ne problem e, jixwe ew jî tiştekî wiha dixwaze.
Heger Yekîtiya Ewrûpayê bi rastî jî dixwaze li dijî Tirkiyiyê gavekê bavêje,
dibê hin biyarên cidîtir bigire. Dibê Tirkiyê ji NATOyê derxin, dibê
ambargoyeke mezin deynin ser Tirkiyê. Dibê Bi Erdogan ra nepeyivin, rûnenin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar