Do êvarî yekî 37 salî li Norweçê, li bajarê Kongsbergê bi tîrkivan 5 kes kuştin, du kes kes jî giran birîndar kirin.
Yên hatine kuştin çar jin in, yek jî mêr e.
Pûlisê Norweçê dibêje qatil yekî hemwelatîyê Danîmarkayê ye, dîn guhertiye, bûye
misilmanekî radîkal û li bajarê Kongsbergê dimîne. Yekî bi sabiqe ye, pûlis nas
dike.
Medya û pûlisê Îskandînawî zû bi zû teferûata bûyeran nabêjin, rismê qatil belav nakin, navê wî, secera wî eşkere nakin, tenê dibêjin yekî 37 salî ye.
Li Swêd wiha ye, ne pûlis, ne medya li ser qatilan, êrîşkaran zêde agahiyê nadin. Wa ye Norweç jî wisa ye, ew jî tenê salê wî û hemwelatiyê kîjan welatî ye dibêjin, nav nabêjin.
Li Ewrûpa Rojava bi zêdebûna xerîban ra, bi taybetî jî bi pirbûna merivên îslamîst ra dijayetiya nabêna xerabîn û miletên van welatan pir mezin bûye.
Li Ewrûpa Rojava wek xerîb êdî meriv pir bêhuzûr e û tim bi tirs dijî.
Çeteyên xerîb pir bûne, tîcareta narkotîkayê dikin, her roj hevûdu gulebaran dikin. Xelkê dişêlînin, diziyê dikin, gelek karên xerab dikin. Ev yek jî dibe sebebê zêdebûna dijayetiyan.
Li Swêd hema hema roja li derekê gulebaran nebe tuneye. Zarokên 14-15 salî jî ketine nava tîcareta narkotîkayê, ew jî bûne çete û hevûdu dikujin. Êdî çeteyên mezin zarokan bi kar tînin, bi wan raqibên xwe didin kuştin. Çimkî zarokan hefs nakin, cezayê wan rehabîlatasyon e.
Li Swêd hin herêm bûne geto, swêdî, pûlis nikane here wir.
Yanî li gelek welatên Ewrûpayê jiyana xerîban êdî gelkî ne xweş bûye.
Em xwediyê welatê xwe bûna, li welatê me zilm li me nekirana, em li van deran nediman.
Li vir ewlehî û huzûr nemaye, vegerê jî em nikanin vegerin. Em mane di orta Xelîl û Celîl da. Bêwelatî zor e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar