Erdogan ji Yekîtiya Ewrûpayê ra, ji Merkelê ra, ji Macron
ra, ji gelek serok û siyasetmedarên ewrûpî ra gotinên nemayî kirine, lîderê
heqaret lê nekiribe tune ye.
Lê li Romayê dîsa jî bi gişan ra rûnişt, gişan jî
bi dilşadî pê ra rismên xwe girtin.
Dîn û îmana serokên ewrûpî di pera da ye, pir bêxîret û bêşexsîyet
in, qet li ber xwe nakevin, pera bide wan, her heqaretê li wan bike, xwe
naxeyidînin, dîsa jî ewê xwe bikin qurbana te.
Erdogan ev yek baş fêm kiriye, lema jî dilê xwe li wan rehet
dike, çi tê devê wî ji wan ra dibêje, heqaretên herî giran li wan dike, dîsa jî
wî didin ser serê xwe.
Gotinên Erdogan ji Merkelê, Macron û Yekîtiya Ewrûpayê ra
kirine kûçik pê pûrta xwe diweşîne, lê li Romayê dîsa jî serokên ewrûpî giş pê
ra rûniştin.
Ço û perê kê hebe, ew merivekî çiqasî pîs û mirdar be jî serokên ewrûpî xwe jê naxweyidînin li ba wan, tim merivekî bi qîmet e. Numûneya herî konkret Erdogan e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar