Mêrê jinika gundî nexweş bû, li ber mirinê nû. Li ber serê mêrê xwe rûnişt û kûr, kûr dest bi girî kir.
Yên li dorê jê ra gotin:
-Bes begirî, te çavên xwe kor
kirin. Înşela ewê baş bibe.
Jinikê got:
-Ma çi ferq dike, ha nuha ha
dûra? Nuha karê min tune, destê min vala ye, ezê ji xwe ra têr bigrîm...
Pilana pêşerojê
Xanima mîvan pasta danîbûn ber bi
îştaheke mezin dixwar. Bi rûkenî ji keçika malê a biçûk pirsî:
-Delalê, çaxa tu mezin bû, tu yê
çi bikî ?
Keçikê got:
-Ezê hindikî bixum, parêz bikim.
Azan
Lawikê biçûk bi meraq ji bavê xwe
pirsî:
-Bavo, dîk ji bo sibehan hewqasî
zû azan didin?
-Bavê got:
-Ji bo ku dengê xwe bidin
bihîstin. Çimkî dûra mirîşk jî şiyar dibin.
Hesab
Mêrê jinikê yekî pir şerûd,
cirnexweş û devpîs bû. Di mal da tim şer û pevçûn bû. Halê jinikê ne tu hal bû.
Piştî bîst sal jianeka ne xweş, rojekê nexweş ket, xelas nebû, mir. Li dinya
din milyaketê tasnîfa gunehan, çêyî û xerabîyan dikir, piştî pelên defterê di
ser hev ra qulibandin, got:
-Tu yê bîst salan di Cahnimê da
bimînî.
Jinikê bi nazikî pirsî:
-Ma qey bîst salên berî viya ewê
neyê hesabkirin?
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar