Kekê Mamûd Oral wefat kiriye. Gorra wî bihuşt be, Xwedê sebrê bide malbat û zarokên wî. Bi hurmet bibîr tînim.
Mahmûd Oral hevalekî me yê hêja bû, merivekî fedekar û mitewazî bû, dildarekî
kurd û Kurdistanê bû.
Mamûd Oral, di cotmeha(meha 10) sala 1979a da li Mêrdînê namzetê DDKDê yê Senatoyê bû.
Kekê Mamûd Oral di mitînga Dêrikê da wiha dest bi axaftina xwe kir:
-Her milet û her welatek xwedî navekî ye. Navê welatê hîndûyan Hindistan e. Navê welatê afganîyan Afganîstan e. Navê welatê pakîstanîyan Pakîstan e. Navê welatê kurdan jî Kurdisan e, ew jî navê vê axê ye.
Bi van gotinên kekê Mahmûd Oral ra qiyamet rabû, pîrekan lîrandin, dengê bijî Kurdistan ji nava milet bilind bû.
Di mitînga Gercewsê da min spîkêrî dikir. Em hilkişiyan ser xaniyekî, min axaftina xwe bi kurmancî û bi vê şiîra Cegerxwîn dest pê kir:
Ev rengê biratî me navê ger timî wa bin
Hevsarê me girêdayî bi kurtanê kera bin
Ew begler û axa û emê jar û geda bin
Ew rencbêrê dijmin û emê rencberê wan bin
Ey karker û cotkar bes e, dem hatîye rabin
Ta kengê emê karkerê axa û bega bin
Ta kengê emê hestiyê bin lingê sega bin
Ta kengê emê kole û riswa û ebîd bin
Li Gercewsê pûlis tunebû, leşkeran li qada mitîngê dora gel girtibû. Başçawîş
gava bi axaftina min ra dîn bû, xwest êrîşî me bike. Min axaftina xwe qut kir û
mîkrofon da kekê Mahmûd Oral.
Li gel ku me dereng dest bi xebat xwe ya hilbijartinan kir,
dîsa jî me li dora 17 hezar ray girt. Li gorî wê demê ev ne tiştekî hindik bû.
Gorra wî bihuşt be, bi hurmet bibîr tînim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar