Qet ne dereng e, heger keç û xortên me îdîalîst û nasyonalîst bin kanin kurdî
ji qomayê derxin û geş bikin.
Tenê dibê tiştekî bikin; bi tirkan
ra û bi kurdên bi kurdî nizanin ra nezewicin, bi kurdên bi kurdî zanin ra bizewicin û zarokên xwe bi kurdî mezin bikin.
Mesele heqasî basît e.
Heger hûn ji dil kurd in û naxwazin asîmîle bibin, bibin tirk, wek min zewaca
bi tirkan ra û bi kurdên bi kurdî nizanin ra li xwe heram bikin û zarokên xwe
bi kurdî mezin bikin.
Piştî çend salan kurdî ewê ji mirinê xelas bibe, wek berê ewê dîsa
bibe zimanê zarokên li kuçe û kolanan û zimanê çarşî û bazarê.
Xortên diherin xwe dikin qurbana keçên tirk bi dora serê
keçên kurd bin.
Dema ez azib bûm min zewaca bi yeka tirk ra li xwe heram kiribû. Lê ne ew tenê,
min got dibê xanima min gundî be, ez bi yeka bajarî ra nezewicîm. Ji bo ku bi
tirkî nizanibe. Min yeka xalis-muxlis gundî, qerejdaxî anî, peyveke bi tirkî jî
nizanîbû. Û hîn jî nizane bi tirkî silavê bide yekî. Şikir ji Xwedê ra zarokên
min jî ji bin da bi tirkî nizanin. Yanî di malê da yê hinekî di tirkî gerîya ye
ez im. Ez jî hetanî pir ne mecbûr bim bi tirkî napeyivim û nanivîsim.
XXX
Hezkirina ji welêt tenê têrê nake. Dibê meriv ji bo wê
bixebite, fedekariyê jî bike.
Meriv parî necû nikane daqultîne.
Welat bi xwestinê, bi hêviyê azad nabe, dibê em wek
gêreyan(mûriyan) bixebitin. Ji bo azadiyê bawerî û xebat şert e.
”Însan wenda bibe, şeref bimre, însan jî namîne.” Kesên bûne destik û berdevkên dijmin ketine vî halî. Di çavê miletê xwe da miriyên zindî ne.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar