Gayê pîs tim golik e, mêrê pîs tim lawik e. Sal, por û riya sipî însên kamil û baqil nake.
Ji hesinê xerab şûrê baş çênabe. Kurmê şîrî heta pîrî. Mal çi
be, malzeme çi be ew e, bi wextê ra xerabtir dibe, baştir nabe.
Di nav me kurdan da hesinê xerab pir in.
Carê bala xwe bidin dora xwe hûnê vê rastiyê bibînin. Mêrê
pîs tim pîs e. Ne pîs be, ne qirêt be li welatê xwe nabe hevalê neyar, nabe
berdevk û nûnerê hêza dagirker.
XXX
Wek her meqam û dezgehên Tirkiyê, mahkimeyên wê jî bûne
mahkimeyên qeşmeriyê, komedîyê.
Mahkima Rihayê 34 carî cazayê muebetê daye Yakûp Şahînê ji
doza qetlîama Sirûcê girtîye.
6 sal berê li Sirûcê bi teqandina bombeyekê 34 kes hatibûn
kuştin û gelek kes jî birîndar bûbûn. Ji vê dozê Yakûp Şahîn tenê girtî ye.
Cezayê muebetê min fêm kir, îcar ev 34 car muebet çi ye?
Komedîyeke tam li gorî tirka ye, ji welatekî wek Tirkiyê ra
mahkimeyeke wiha tiroviro lazim e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar