Bavê ji lawê xwe ra got:
-Lawê min, sozê bide min tu yê berî 18 saliya xwe cixarê nekşînî
ezê ji te ra motorsîkleteke bi dilê te bikirim.
Lîwik got:
-Bavo wele tu dereng ma, te yê viya salek berê gotibûya.
Ji bo ku bizanibe
Keçik ji ber sûcekî trafîkê dihat mahkimekirin.
Hakim got:
-Çaxa pûlis îşaret da te, got bisekine, çima tu nesekinî ?
Keçikê got:
-Rast e, dema pûlis îşaretî min kir ez nesekinîm. Ji bo ku
bizanibe ez ne ji wan keçikên bi fîtikekê bisekinim.
Kûçik
Mamoste bi şik ji xwendekarê xwe ra got:
-Ecêb e, min got kûçikê xwe tarîf bikin. Lê tiştê te nivîsîye
û yê birayê te nivîsîye gotin bi gotin wek hev in.
Lawikê biçûk got:
-Qey ewê wek hev bin mamoste, çimkî kûçikekî me her duyan
heye.
Ji bo ku kal bûye
Yê diz hatibû girtin. Li qereqolê qumsêr jê pirsî:
-Ji bo çi tu girtin ?
Diz keserek kûr kişand, got:
-Ji bo ku ez kal bûme, êdî nikanim wek berê bazdim, lema...
Endîşe
Kalo bala xwe dayê hevalê wî pir xemgîn xuya dike, got:
-Xêr e, tu îro pir xemgîn xuya dikkî. Mesele çi ye?
Hevalê wî got:
-Endîşe û fikarên îstîqbalê ne…
-Na lo, çima tu hewqasî bêhêvî yî?
-Ji ber mazîya xwe. Mazî ev be îstîqbal(dawî) xerab e.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar