01 juli 2021

Serpêhatîya gur û rûvîyê fenek

Gurek û rûvîyek bûbûn destbirakên hev. Demakê bi hev ra man, bi hev ra çûn nêçîrê. Bûbûn wek du bira.

Rojekê gur birçî bû, ji rûvî ra got:
-Ez birçî me, ezê te bixum.
Rûvî matmayî ma, got:


-Bira, ez û tu ji zû da ye destbirakên hev in, me bi hev ra gelek rojên zor û zahmet, xweş û xweş derbas kirin. Tu yê çawa vê bêbextîyê bi min ra bikî?
Gur got:
-Qet dirêj meke, çare tuneye, ez birçî me û ezê te bixum.
Rûvî bala xwe dayê liberger pere nake, gur ewê wî bixwe. Fikirî, da ber hev, da ser hev, ji xwe got, heger  ez hîleyekê li gur nekim, ez ji destê wî xelas nabim, ewê min bixwe. Ji gur ra got:
-Bira, wer xuya ye, çare nîne, tu yê min bixwî.
gur got:
-Erê, min biryara xwe daye, ezê te bixum.
Rûvî got:
-Berî tu min bixwî, daxwazek min ji te heye. Ez dixwazim tu wê daxwaza min bînî cî û paşê min bixwe.
Gur hinekî fikirî, got:
-Zû bibêje.
Rûvî got:
-Ji zû da ye min tirî nexwarîye. Ez dixwazim tu min bibî nav rezekî. Piştî min têr tirî xwar, dûra min bixwe. Ez dixwazim berî mirina xwe ev hesret di dilê min da nemîne.
Gur got baş e, berî ez te bixum ezê vê çêyê bi te bikim û rabûn dan dû hev, çûn ber sênca rezekî. Rûvî zanîbû rezvan di neqebên rezan da çalan dikolin ji bo ku heywan tê wer bin.
Rûvî çû ber neqeba rez, ber çalekê û ji gur ra got:
-Bira, de kerem ke, were.
Gur çer da neqebê, ser serî di çalê wer bû. Rûvî xwe çind wî aliyê çalê kir û ji gur ra got:
-Ma qey te nizanîbû ezê belakê bînim sere te? Em destbirakên hev bûn, te bi min ra bêbextî kir, te dikira ez bixwarama.
Gur bala xwe da rûvî û kesereke kûr kişand, lê nikanîbû xwe bigîhandayê. Hîn ew bi hev ra dipeyivîn, bayekî gurr rabû û rûvî ji qiraxa çalê, ser serî totî çalê bû, ket ser gur.
Gur got:
-Birako, wey tu bi xêr hatî, îcar tu yê bi ku da herî?
Rûvî got:
-Heger tu min bixwî, tu nikanî ji vê çalê xelas bibî, lê ez kanim te û xwe xelas bikim.
Gur got:
-Tu ne yê bawerîyê ye, lê dîsa jî bibêje, tu yê çawa me xelas bikî?
Rûvî got:
-Pir rehet e.
Gur got:
-Çawa?
Rûvî got:
-Heger tu rabî ser herdu nigên xwe yên paş û xwe bispêrî dîwarê çalê, ezê di ser milên te ra derkevim derve. Piştî ez ji çalê derketim, ezê pepikên xwe dirêjî te bikim û te bikşînim derve.
Gur got:
-Tiştê tu dibêjî xweş xebere, lê min jê ne bawer e.
Piştî gelek sond û ahd û bext, rûvî gur qanih kir, hilkişiya ser mile gur û ji çalê derkrt.
Gur got:
-Bira, de ka min jî derxe!
Rûvî kenîya, got:
-Bira, vaye ez çûm, de bi xatirê te. Metirse, nuha rezvanê (baxbanê)were te derxe…
Xemîşoka min li dîyaran, rahme li dê û bavên guhdaran

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar