Derengê şevê ye.
Baraneke bi zirp dibara.
Li hewşê, di bin
terasê da rûniştime qahwa xwe vedixum û li ximîna dengê baranê gudarî dikim.
Di tarîya şevê da, bêdengî, ximîna baranê, ronahîya lampeyên hewşê, hilm û gilma gul çîçekan
xweşikîyeke mihteşem peyda kiriye.
Bîstikên(kêlîkên) wiha meriv romantîk dike. Lê umrê min jî ne umrê
romantîkiyê ye. Di vî umrî da meriv ne li rojên pêş, li rojên borî difikire.
00.20
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar