04 juni 2021

Zimanê cinet û cahnimê

Xortekî kurdek li Helebê li parqekê li ser kursîyekê rûniştiye, kitêbekê dixwîne. Erebek ji wir derbas dibe, bala xwe dide kitêbê, fêm nake bi çi zimanî ye. Dibêje:

-Bira, ew çi ye tu dixwîne?

Xortê kurd dibêje:

-Giramera kurmancî ye. Ez kurdîya xwe pêş da dibim, baş dikim. Li Cinetê dema bi horîyan ra bipeyivm ewê ji min ra lazim bibe.

Yê ereb dibêje:

-Ya tu herî cahnimê?

Xortê kurd dibêje:

-Ne problem e, ez bi erebî zanim.

 

 Kûçik giş kûçik in

Yekî li Berîyê kûçikek li bin siya gomakî da dît, rahîşt kevirekî avêtê. Kazînî bi kûçik ket, kûçik ji ciyê xwe hol bû çû.

Hevalê wî qeherî, got:

-Malava, çima te li vî heywanê kerr û lal xist, kûçik tiştek bi te nekiribû, heywan ji xwe ra li ber sîyê ketibû.

Mêrik got:

-Na, tu nizanî. Par li zozana kûçikekî ji nişka ve rahîşt min, hindik mabû ez bixwarama.

Hevalê wî got:

-Ê malnexerab, kûçikê zozana li ku, ev kûçikê deştê li ku, çi têkiliya vî kûçikî bi yê zozana heye?

Mêrik got:

-Ferq nake, kûçik giş kûçik in, ha yê zozana, ha yê deştê...

 

Gazina ji rojiyê

Kalê 70 salî orta germa havînê bi rojî bû. Rojê(tavê)li serî xist, feqîro li nava bajêr got terp û ket erdê. Însan li ser serî kom bûn, av li serî kirin, sofî hat ser hişê xwe, serê xwe rakir, berê xwe bi ezmana da kir û hinekî bi hêrs got:

-Dilê te rehet bû ? Orta havînê û rojî...!

 

Ji bo şîr xera nebe

Mamoste ji Gewrê pirsî, got:

-Ji bo ku şîr xera nebe dibê em çi bikin?

Gewrê hinekî da hişê xwe, got:

-Ji bo ku şîr xera nebe, dibê em mangê nedoşin, di guhanê wê da bihêlin. Li wir çiqasî bimîne jî xera nabe.

 

 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar