Tehemula hin kesan ji tenkîdê(rexneyê)ra qet tuneye, li hemberî tenkîdeke herî biçûk jî radibin tapana, xwe pir aciz dikin.
Dibê meriv hewqasî ne bînteng be, xwe ji tenkîdê aciz neke, jê aqil û fêdeyê
bigire.
Heger ez rast bim û her kes jî wek min bifikire, wê demê li dinyayê tiştekî
çewt, şaş tuneye. Ev jî şaş e.
Sadî Şîrazî
"Merivê basît bi tenkîdeke herî biçûk dîn dibe, merivê
biaqil ji fikrê kesê wî tenkîd dikin, kesên bi wî ra minaqaşe dikin fêdeyê
digre."
Elbert Hubbert
Hîcîva baş, dibê wek jilêtek tûj be, dema te avêtê dibê bi
şiklekî pê nehese, xuya neke birîn bike.
Lady Mary Montagu
"Tiştê me bi kûçikan ra dike dost, ne sadiqî ya jî
şîrîniya wan e, ji bo ku ew me tenkîd nakin."
Sydney Harris
”Rexne belkî ne tiştekî xweş e, lê belê hewceye, bi êşê ra
eynî wezîfeyê dibîne; çimkî êş jî meriv ji hebûna arizeya di bedenê da xeberdar
dike.”
William Churchill
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar