Ji xanima mêrik ra lawikek bûbû. Wî û jinikê biryar dan ku
dergûşeke xweşik ji gedê xwe ra bidin çêkirin.
Mêrik çû ser necar, piştî hinek
birr û bazar, li ser buhayê wê li hev kirin. Mêrik derxist perê dergûşê jî
pêşin da hostê û jê rica kir, ji bo ku hinekî zû biqedîne. Hoste hinekî bînfire bû,
got:
-Ezê ji we ra dergûşeke bi dilê we çêkim, lê divê hûn ecele
nekin, pirr nedin ser pişata min, bi bîna fire.
Mêrik got baş e. Di ser ra roj bihurîn, hefte bihurîn, sal
bihurîn lê hoste dergûş neqedand. Tim digot, çend rojên din ezê biqedînim. Bi
vî hawî lawikê biçûk mezin bû, bû peya, zewicî û rojek hat, Xwedê lawek da xanima
wî. Bavê wî ji lawê xwe ra got:
-Lawê min, gava tu
ji diya xwe bû, ez çûbûm ser necarê me, min ji te ra dergûşek dabû çêkirin û
perê wê jî pêşin dabûyê. Lê ew roj û ev roj e hoste hîn ew neqedandiye. Ka here
bipirse, dibe ku nuha qedandibe, me tu tê de hêj nekir, qenekê em neviyê xwe tê
de hêj bikin.
Lawik çû ser xerêt, gotinên bavê wî jê ra gotibûn ji hostê
ra gotin û got ka dergûşê. Necar aciz bû, ji lêwik ra got:
-Heyran heger hûnê wiha ecele bikin, a ji we ra perê we û
ez tu dergûş mergûşa çênakim.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar