12 april 2021

Min jî îro ji bo aşîbûnê wext veqetand

Heta nuha min biryara xwe nedabû ez aşî(vaksîn)bibim ya na; di vê meselê da dudil bûm.

Min tim roj bi rojan dida û qet bi dû nediketim. Digotin ewê nameyê bişînin. Lê heta nuha ji min ra tu name nehat.

Piştî min dît hevalên min Keya Îzol û Qutbedîn Aliş vaksîn(aşî) bûn, min û xanimê jî biryara xwe da em jî aşî bibin, herin derziyên xwe li xwe xin.

Min nizanîbû meriv kane wextê veqetîne. Ez îro fêr bûm, apek heye, meriv wê apê di telefona xwe da dadixe û wextê vediqetîne.

Lê ez ji heqê tiştên wiha dernakevim. Min ban Rojenê me kir, min got ji min ra wextê veqetîne, ezê herim vaksîn/aşî bibim.

Mala camêr ava be, tavilê ap daxist û ji min ra roja pênşemiyê wext veqetand.

Roja pênşemê ez û xanim, emê bi hev ra herin. Xanim hîn nebûye 65, jê ra salek maye.

Ezê bixwazim me herduyan vaksîn/aşî bikin. Hêvî dikim bikin, heger nekirin jî ezê tenê bibim.

Ez ji komplîkasyonên aşiyê yên ne di hesêb da ditirsim. Li Swêd heta nuha sê numûneyên xerab çê bûn, ji wan jineke ciwan mir.

Lê tuxtor û pispor giş dibêjin hin rîskên wê hebin jî, aşîbûn ji neaşîbûnê baştir e. Hêvî dikim bi min ra tu komplîkasyonan çê neke. Ezê derziya AstraZeneca li xwe nexim, heger bibêjin ew e ezê qebûl nekim.

Min ji Keya Îzol û Qutbedîn Aliş pirsî, herduyan jî gotin bi wan ra tu problem û tesîreke ne baş çê nebûye. Lê helbet li gorî însên diguhere, li hinekan tê, li hinekan nayê. Em û şansê xwe…
 

Inga kommentarer:

Skicka en kommentar