Îro roja paqijiya taxa me bû. Me cîranan gişa bi hev ra paqijiya hawirdora xwe kir. Me der û dora xwe ji qirş-qal, çiqil û hejikên daran, ji kaxet û gemarê baqij kir.
Dinya sar bû, lê Xwedê kir baran nebarî. Xortê me yê biçûk îro ne li mal bû, yê din jî xwe qet ndade ber karê wiha, camêr serê xwe jî ji oda xwe dernexist û nehat gazîya me.
Lema min û xanimê bi hev ra zend û bendên xwe vamaltin û em wek du şêr û şepalan daketin qata xebatê.Me karekî zêde kir. Di wê sermê da em li dora sê saetan xebitîn û em pir westiyan.
Adet e, piştî kar diqede, korv(sosîs)dibrêjin. Bi zor dan min û xanimê jî, gotin perê we ye, dibê hûn jî malê xwe bixun. Me her yekî korvekî xwe xwar.
Li gorî sala çûnî, îsal gelek kes hatibûn. Piştî kar qedîya, em çûn mal û me qahwa xwe vexwar û dûra jî em derketin gerra xwe ya rojane. Ji şansê me yê xerab ra berfê dest pê kir. Lê berfa nîsanê pêkenîne, zû vekir.
Her çiqas ez yekî bi antraman im lê dîsa jî nuha her dera min diêşe. Çimkî îro min gelek qirş û qal û çiqil û devî top kir û bi erebokê bir avêt.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar