Di exlaq, terbîye û edeba zarokan da rola dê û bavan, malbatê pir muhîm e. Zarok li dê û bavên xwe dinêrin, ji wan gelek tiştan fêr dibin, di warê exlaq, şexsîyetê da gelek tiştan ji dê û bavên xwe, ji malbata xwe digrin.
Dê û bav kanin tiştên baş jî û tiştên xerab jî fêrî zarokên xwe bikin. Yanî terbîya malê muhîm e.
Helbet zarok ji der û dorê, ji civatê jî gelek tişta digrin, fêr dibin, lê tesîr û rola dê û bavê, malbatê ya herî mezin e, li ser şexsîyet û qerekterê zarokan tesîreke mezin dihêle.Civat jî ji bo însanan wek dê û bavan e, wek malbatê ye. Însan tiştên civat şerm dibîne, pîs û xerab dibîne bi eşkereyî nakin û naparêzin.
Lê gava civat tiştên xerab normal bibîne, îdare bike, li hemberî bêexlaqiyê, diziyê, derewan, sextekariyê, hevalbendiya bi dijmin ra, xayintiyê, cahşîtiyê dengê xwe neke, însan jî ji kirina van fiîlên xerab şerm nakin, wan xerabîyan eşkere dikin.
Sebebê ku hewqas kurd eşkere dibin hevalên dewletê û hêzên neyarên kurdan bêdengiya civatê ye, civata me ji hevalbendên dijmin ra, ji cahşan ra, ji rêberên dewleta dagirker ra tiştekî nabêje, wan dide ser serê xwe.
Ev yek dibe sebebê însan ji cahşîtiyê, ji hevalbendiya bi dijmin ra şerm neke. Yanî sûcê civatê jî di vir da pir e.
Filistînî hewqasî eşkere nabin hevalên partiyên cihuyan, nabin hevalên hukûmetan, li dijî serxwebûna filistîniyan dernakevin. Çimkî civata wan qebûl nake, hevaltiya bi dijmin ra şerm dibîne.
Lê kurd hevalbendiya bi dijmimn ra, neyartiya serxwebûna kurdan normal dibînin. Bi hezaran kurd li Kurdistanê bûne berdevkên djmin û neyarê azadiya kurdan. Civat van kesan îzole nake. Kes ruyên xwe ji xayinan, ji cahşan, ji rêberên dijmin naguherine. Dema civat wiha be xayin dev ji xayintiya xwe bernadin.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar