Rojekê dilê Xoce Nesredîn bijya hejîran. Rabû çû daket bexçakî,
hilkişya ser dareke hejîrê.
Xoce hîn têra dilê xwe hejîr nexwaribû, ji siûda wî
ya xerab ra xwediyê bexçe tê ve derket. Mêrik bi Xoce da xeyidî, got:
-Ero tu kî yî, tu li ser darê çi dikî?
Xoce got:
-Ez bilbil im.
Mêrik kenîya, got:
-Ê wê gavê bixwîne, ez bibînim.
Xoceyê reben ji mecbûrî kir vîçe vîç, hin dengên wek yê
bilbil derxist.
Xwediyê bêxçe got:
-Ev ne dengê bilbil e, ma bilbil wiha dixwîne?
Xoce got:
-Wele bilbilê xeşîm ancax kane hewqasî bixwîne!
Meha remezanê bû. Germa havînê, qijala nava rojê bû. Roj
dirêj bûn. Yê gundî bi rocî bû. Birçî bûbû, tî bûbû, lê nedibû êvar. Birçîbûnê,
tîbûnê zor dayê. Hew xwe ragirt, ji xwe ra got:
-Xwedê ji wan ra nehêle, bi saetê dilîzin, saetek bi paş da
birin, saetek bi pêş da anîn, birin û anîn, birin û anîn, heta ku anîn rocî li
orta havînê asê kirin. Berê ne wiha bû, saet di çar, pênca da fitar bû. Wiha
got û tasek av bi ser xwe da kir…
Ne biçûk e
Gundiyan ji kalo ra gotin:
-Seyda, lawikê te hîn biçuke, guneh e, pir kar pê neke. Gede
zêde diweste.
Kalo keniya, got:
-Biçûkê çi, halê çi, a nuha kîrê wî naçe ferek gore.....
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar