Dostekî min ê hêja, rîsipîyekî licî(Mele Bahrî) çend nivîsên min xwendine, kêfa wî pir ji kurmancîya min ra hatiye. Îro telefonî min kir, ev yek ji min ra got, pesnê zelalîya zimanê min da.
Me li hal û demê hev pirsî, hinekî sohbet kir. Em çûn rojên berê, salên 1980î.
Camêr got, dema ez hatim Swêd ez du hefteyan li mala te mam, te gelek qedir da
min. Ez wê çêyîya te ru carî ji bîr nakim.
Gotinên dostê min ê ezîz bêguman ez pir dilşa û kêfxweş kirim.
Hin kes hene tu her pênc bêçiyên xwe jê ra bikî mûm û fener jî şêkir tuneye.
Çêyî biçûk, mezin ferq nake, dibê meriv ji bîr neke û qedir bidê.
Gelek sipas ji bo telefon û wefadarîya dostê min ê hêja. Mala te ava be, gelek silav û hurmetên dostaniyê.
Serokê Tirkiyê Erdogan gotiye “2023a da emê herin hivê.”
Îcar ewê herin hêvî?
Kuro bêyî wîze hûn nikanin herin Yûnanîstanê, hela carê bêyî
herin Ewrûpayê, dûra herin hêvî.
Ez dibêjim sedîsed mesele dîsa kurd in, ji bo kurdan
dixwazin herin hîvê.
Qey hinekan jê ra gotiye kurd dikin li Hîvê Kurdistanê çê
kin. Ne li erdê tenê, li asîmanan jî gerek li dijî kurdan tedbîra xwe bigre.
XXX
Hin siyasetmedarên rîsipiyên me hîn jî ketine derd û tasaya
pêşneketina Tirkiyê.
Meriv matmayî dimîne, nizane çi bibêje, kîjan arî û xweliyê
li serê xwe ke?
Tu tû kî jor simêl e, tû kî jêr rî ye. Ne bi avîtin tê, ne
bi kuştin tê. Halê me, rewşa me bûye birîna qûnê, ne zer dibe, ne der dibe.
XXX
Her pirs û her rexne ne hêjayî bersîvê ye.
Hin kes bi umrê xwe mezin in, lê bi aqil û gotinên xwe zarok
in. Tu dibêjî belkî por û rî li êş sipî kirine.
Ez ne xwe ji gotinên zarokan aciz dikim û ne jî bersîvê
didim wan.
XXX
Canê xanim ji kurdan gazin kiriye, gotiye ez 2 sal û 5 mehan
girtî mam, kurd li min xwedî derneketin. Ez bawer nakim buhatanan li kesî dike.
Yên ew birin Tirkiyê dibê ji şerm bikin. Lê şerm bikirana wiha nedikirn.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar