Dewleta Osmanî ji bo serê her terşî, her heywanî bi zor
qemçor(bac) ji gundiyan distend.
Rojekê tahsîldarek ji bo topkirina qemçorê çû
gundekî.
Gava xebara hatina tahsîldar li nav gund belav bû, gundiyan wek her
tim, bi lez û bez terşên xwe, heywanên xwe hemû ji nav gund derxistin, ji gund
dûr xistin, veşartin.
Lê ji siûda xwrab ra vê carê, xeber zû negihîþtibû Çolo. Çolo
jî here were kerekî wî tenê hebû, lê rebeno cardin jî pê ra nagihandibû ku kerê
xwe ji malê bi dûr xe. Ji mecbûrî radibe dihere kerê ji êxur tîne aliyê malê,
davêje erdê, her çar nigên wî girê dide û dike nav nivîna, orxanê di ser serî
ra diqulibîne.
Dor tê mala Çolo. Tahsîldar li hewşê mêze dike, dihere êxur
saxî dike, tiþtekî nabîne. Dûre dihere aliyê malê, li wir jî tiştekî nabîne.
Piştî ku tiştekî nabîne, xatir ji Çolo dixwaze û dide rê û dihere. Lê berî ji
hewşê derkeve pê hay dibe ku yek di nav nivîna da bû. Tahsîldar ji xwe ra
dibêje muheqeq yek nexweş e, ya na vê nava roja germa havînê ewê ji bo çi di
nav nivîna keve.
Ji Çolo ra dibêje:
-Tu nemabû ku min ji bîr bikira, ma yê nexweş kî ye?
Çolo dibêje:
- Bavê min e.
Tahsîldar dibêje:
- Ê wê gavê ez herim silvekê bidim apo, li halê wî bipirsim
û dûre herim…
Wiha dibêje û dihere ser nexweşê di nav nivînan da. Bala xwe
didê, bavo çi bibîne, kerek di nav nivînan da ye! Tahsîldar dizîvire ser Çolo, bi
rûkenî jê ra dibêje:
- Heyran, piştî ku ev camêr bû bavê te û apê min, hema bi
Xwedê ez jî qamçora wî ji te nastînim…
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar