Cîhaneka bê muzîk ewê qet ne xweş bûya, merivê tu tahm û lezetek jê negirta.
Merivê nikanîbûya li muzîk û dengbêjên radyoya Rewanê û bi
hezaeran dengbêjin din guhdarî bikira.
Cîhaneka bêyî dengê Fatma Îsa, Sûsika Simo, Tîmûrê Şîraz, Efoyê Esed û bi hezaran dengbêjin din bi Xwedê qurişik jî nedikir.
Muzîk sebra dil e, gava dil xemgîn dibe, gava dipirnixe,
gava kelogirî dibe, meriv kane bi dengê Fatma Îsa, Tîmûrê Şîraz, bi muzîka
dengbêjin radyoya Rewanê û bi dengê bi hezaran dengbêjin din dilê xemgîn aş
bike.
XXX
Wer xuya dike hin camêr bi çavê fîlologan li xwe dinrên,
tinazê xwe bi zimanê her kesî dikin. Ew bi xwe nikanin twîttekê rast, bêkêmasî
binivîsin, lê dîsa jî zimanê kesî neacibînin.
Go gurîyo navê min li te, kumê min li serê te. Zimanê me
kesî ne bêkêmasîye, ev jî normal e, em yek jî ne mekteblî ne, me gişan navika
xwe bi destê xwe birrîye, lema jî hebûna hin kêmasîyan ne ecêb e. Ya muhîm însan
bi kurdî binivîsin, hêdî hêdî ewê fêr bibin.
XXX
Hêrseke her kesî heye. Hinek kanin xwe zeft bikin,hêrsa dilê
xwe gem bikin.
Hinek nikanin bi xwe, serê rişma hêrsa xwe berdidin, dilê
xwe, xeber û çêrên zanin gişan azad dihêlin.
Li ser hinekan neheq e, li ser hinekan bi heq e. Lê Xwedê
heye, hosteye,neheq be jî zane xweş bibêje
XXX
Tirk bûne rêbirên herêmê, çavê wan kê bibire, zora wan li kê
were bela xwe tê didin, welatê wan dagir dikin.
Nahêlin li tu beşekî Kurdistanê kurd bîna xwe bigrin, her
roj gund, çiya û banîyên Kurdistanê bombebaran dikin, sê beşên Kurdistanê(bakur,
başûr, rojava)li Kurdan kirine dojeh.
Kurdistan di bin destê wan da ne bes e, rojava û başûrê
Kurdisyanê jî dagir kirin.
Îraq û Sûrî jî dagir kirin.
Bela xwe di Qibrisê didin.
Bela xwe di Yûnanîstanê didin.
Bela xwe di Ermenîstanê didin.
Esker şandine Lîbyayê.
Salê çend milyar euro xûgiyê(xeracê) ji Yekîtiya Ewrûpayê
digrin.
Bi hezaran çete û terorîstên îslamî û Daîşê bi artêşa xwe ve
girê dane, bi van çetan şerê kurdan dikin, bela xwe di cîranên xwe didin. Dinya
li vê rêbirrî û zorbatîya wan temaşe dike.
Inga kommentarer:
Skicka en kommentar